Hevsarê Belçîka di dest Fransayê de ye

Pêncşem 25 Nîsan 2024 - 00:33

Rojnameya Belçîkaya De Standartê êrîşa li ser medyaya Kurd kire rojeva û diyar kir Belçîka bi daxwaza Fransayê êrîş biriye ser medyaya Kurd.

Li gorî rojnameya De Standart a Belçîka, serdegirtinên polîsan a li dijî çapemeniya Kurd li ser daxwaza Fransayê hatin kirin.

Di nûçeya rojnameya De Standart de hate bibîrxistin ku polîsên federal bi ser studyoyên çapemeniya Kurd ên li Denderleeûw’ê de girtin.

Rojnameyê diyar kir ku serdegirtin ji aliyê dozgeriya federal ve hatiye piştrastkirin û di nûçeya xwe ya spartî dozgeriyê de, nivîsand ku serdegirtin li ser daxwaza Fransayê pêk hatiye.

Di rojnameyê de, ji komeleya Kurd Navbel’ê axaftina Orhan Kiliç jî cih girt û hat gotin ku Belçîka hewl dide qenalên TV ên Kurdî “krîmînalîze” bike.

Kiliç ragihand ku ev serdegirtin eleqeya xwe bi dewleta Tirk ve heye û bi bîr xist ku li Tirkiyeyê rojnamevanên Kurd ên serbixwe jî hatine destgîrkirin.

Di rojnameyê de daxuyaniya Medya Haber TV û Stêrk TV a ku di nava rojê de dayîn jî, cih girt.

Balkêş e, Fransayê van çend mehên dawî zextên xwe yên kêfî û îlegal ên li dijî Kurdan zêde kiriye. Destê 3 Kurdan hate girêdan û bi rengekî korsanwarî radestî Tirkiyeyê hatibûn kirin. Her sê Kurd jî hatibûn girtin. Di nava van de koçberên Kurd jî hebûn ku ti biryareke dersînorkirinê derbarê wan de nehatibû dayîn.

Dema ku li Belçîkayê bi ser medyaya Kurd de hatî girtin, polîsên Fransayê jî bi ser Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a li banliyoya Drancy a li herêma Parîsê de girtibûn û 6 Kurd destgîrkirin.

ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.