YRA’yê xelat dan rojnamegeran

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 25 Nîsan 2024 - 00:21

Yekîtiya Rojnamegerên Azad (YRA) ku navenda wê li Rojava ye ji bo Roja Rojnamegeriya Kurdî xelat da rojnamegeran. 

Merasîma xelatkirinê li Xwaringeha Merry Land a li Qamişloyê bi beşdariya nûnerên ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û bi dehan rojnamegeran hat lidarxistin. Di şahiyê de hevserokê YRA'yê Dilyar Cizîrî axivî û Roja Rojnamevaniya Kurdî li tevahî rojnamegeran pîroz kir.

Cizîrî revandina rojnameger û edîtorê Rojnewsê Silêman Ehmed şermezar kir û bang li aliyên têkildarî û rêxistinên parastina rojnamegeran kir ku ji bêdengiya xwe ya li dijî rojnamegeran derkevin. Endamê YRA'yê Refîq Îbrahîm jî axivî. Îbrahîm bang li tevahî rojnamegeran kir ku têkoşîna xwe ji bo pêkanîna azadî, edalet û demokrasiyê bilind bikin û got: "Em bi hêvî ne Roja Rojnamevaniya Kurdî bibe gaveke nû ber bi ragihandina pîşeyî ve û em layiqî baweriya hevalên me yên şehîd ji me re hiştine, bin."

Di şahiyê de Koma Yekpar, hunermend Bêrîvan Botan û koma Cûdî stranên xwe pêşkêş kirin.

YRA'yê ji radyoyaya Star FM'ê Rîham Ebdullah, pêşkêşvanê Kanala Rojava TV Şerîf Mihemed, rojnamegera Ronahî TV Bêrîvan Xelîl, ji kanala Ronahî TV Ciwana Cuma, ji JIN TV Delîla Egîd dîsa ji JIN TV Loristana Derwêş xelat kirin. Li aliyê din rojnameger û edîtorê Rojnewsê Silêman Ehmed ê ku ev 184 rojan li Başûr destgîrkiriye jî hat xelatkirin; li ser navê wî, xelata wî Îlham El Meclîcî girt.

ANHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.