Êdî polês wergeriyê dikin

Pêncşem 25 Nîsan 2024 - 01:45

Makbûle Ozer a 82 salî tevî ku ji sedî 61 astengdar e û gelek nexweşiyên wê hene, hatibû berdan û cezayê wê hatibû paşxistin. Lê pêr careke din hate girtin. Derket holê ku kesê wergerê ji Makbûle Ozer re kiriye, polêsê dewleta Tirk e.

RÛKEN POLAT / MA / WAN

Di 24’ê tîrmeha 2018’an de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” bi ser mala Makbule Ozer (82) û Hadî Ozer (80) ên li navçeya Artemêt a Wanê dijîn de hate girtin. Pişt re hemû ferdên malbatê hatin binçavkirin. Piştre derbarê Makbûle Ozer û Hadî Ozer de bi sûcdariya “alîkariya rêxistinê” doz hate vekirin. Di encama dozê de 2 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Ozeran hate birîn. Piştî ku ceza ji aliyê Dadgeha Bilind ve hate pejirandin, Ozer ên hevjînên hev di 9’ê gulana 2022’yan de hatin girtin û şandin Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê. Makbûle Ozer a ji sedî 61 astengdar û gelek nexweşiyên wê hene, li ser cezayê wê salekê hate taloqkirin di 7’ê îlona 2022’yan de hate berdan. Hadî Ozer jî piştî cezayê lê hatiye birîn xelas kir, hate berdan.  

Piştî salekê Saziya Tiba Edlî (ATK) derbarê Makbûle Ozerê de bi awayê “dikare di girtîgehê de bimîne” rapora duyemîn amade kir. Ji ber nakokiyên rapora ewil û duyemîn Serdozgeriya Komarê ya Wanê cezayê Ozerê taloq kir û wext da ATK’ê ku raporeke din amade bike. Li ser vê yekê di 3’yê nîsana 2024’an de piştî rapora ATK’ê ya “dikare di girtîgehê de bimîne” Ozer di 22’yê nîsanê de hate girtin û şandin Girtîgeha Tîpa T a Wanê. 

Derket holê ku kesê di rapora ATK’ê amade kiriye de ji ber Ozer tirkî nizane tercumaniya Kurdî kiriye “peywîrdarê ewlehiyê” ye ango polês e. Parêzer Erhan Çîftçîler ê jinûve girtina Ozer nirxand, bi gotinên “ATK heta ku mirina mirovekî nêz nebe, mirovan di girtîgehê de dihêle” nerazîbûn nîşan da. 

Rapora ATK’ê ji rastiyê dûr e 

Çîftçîler, anî ziman ku tevî Ozer nikare bi tena serê xwe bijî jî dayîna rapora saziyên dewletê ya bi awayê “dikare bi tena serê xwe jiyana xwe bidomîne” hiqûqî nîne û wiha got:“Ev meseleya cihekariyê ya di qanûna înfazê de; di sûcên siyasî de hatiye asteke wisa ku kes li ber mirinê jî be divê cezayê lê hatiye birrîn xelas bibe. Heke ji ber qanûnên di sala 2020’an de anîn di çarçoveya sûcên siyasî de polîtîkayên evqas cihekar nehatibûna şopandin, îro em van tiştan nediaxivîn.” Çîftçîler, bal kişand rapora ATK’ê ya dawî raporeke kêm û dûrî aqilan e û anî ziman ku ATK’ê kêmasiyên di rapora ewil de derbasî rapora dawî nekirine û ev rewş hatiye paşguhkirin û wiha got:’’Eşkereye ku rapor bi awayekî serve hatiye amadekirin. Ji bo jineke pîr nexweşxane dibêje ‘nikare di girtîgehê de bimîne’, girtîgeh jî dibêje ‘nikare bimîne’ lê ATK bi israr dibêje ‘dikare di girtîgehê de bimîne’. Ozer tirkî nizane û divê ev yek bi alîkariya tercumanekê bê amadekirin. Lê dema ATK’ê rapor amadekiriye, tercuman peyda nekiriye. Divê di rapora ATK’ê de navê tercumanî bi awayekî vekirî bê diyakirin. ATK’ê tercuman xwestiye lê Serdozgeriya Komarê ya Wanê tercuman neşandiye. Ji malbatê re gotiye, malbatê tercumanekî di lîsteya Wezareta Dadê de weke kesê pispor qeydkirî ye birine. Lê ATK’ê îtîrazî vê yekê kiriye û tercumantiya vî kesî qebûl nekiriye. ATK’ê jî ‘peywîrdarekî ewlehiyê’ anî ye û tercumantî kiriye. Ev tişteke li dijî usulê ye. Kesê ku em jê re dibêjin tercuman, di lîsteya Wezareta Dadê de kesê pispor ê fermî ye.”

Çîftçîler, anî ziman ku tercumanê ku ATK’ê diyar kir “nekarî tercumaniyê bike” ev bi awayekî eşkere di raporê de jî heye û got:“Dema em li paragrafa 14’emîn dinêrin jî; gotinên ‘me fêmkirin û refleksa kesê tam tespît nekir û nekarî rêjeyekê jî bidine ji ber ku tirkî nizane’. Di raporê de heye ku Ozer bi kursiya biteker siwarbûye. Bi milyonan mirov dizanin ku Ozer girêdayî kursiya biteker e. Di dema Ozer li girtîgehê de ma, ji ber nikariye pêdiviyên xwe bi cih bîne, bi darê zorê rabûye ser piyan û di encama ketinê de hin hestiyên wê şikestibûn. Em ê çawa bi ATK’ê bidin bawerkirin ku Ozer girêdayî kursiya biteker e? ATK dibêje ku ‘ez bawer nakim’ şansê me yê ku em bêjin hemû jiyana dayikê bi kamerayê bikişînin û ji ATK’ê re bibêjin ‘binêrin nikare bimeşe’ nîne.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.