Şeva Reş Komkujiya Qamişlo bi bîr dixe

Nûçeyên Çand/Huner

În 3 Îlon 2021 - 23:56

  • Haya gelek kesan ji vê komkujiyê tine bû. Yên ku ev komkujî bihîstibûn jî, ji bîr kiribûn. Dema ku min li cihekî behsa vê komkujiyê dikir, digotin me tiştek wiha nebihîstiye. Yan jî bi awayekî zelal di bîra kesî de nemabû. Me bi vê belgefilmê ev komkujî û hûrguliyên wê bi bîr xistin.

VEDAT YELER/ATÎNA

Keremo yan jî Kerem Tekoglu, heta niha li ser komkujî û qirkirinên Geliyê Zîlan, Dêrsim, Helebce û Enfalê xebitiye. Derbarê van komkujiyan de gelek lêkolîn, hevpeyvîn û xebatên arşîvê kirine. Keremo vê carê jî bi belgefilma “Şeva Reş” berê xwe dide salên 1980’yî û behsa “Komkujiya Qamişlo” dike. Ev komkujî bi destê cûntaya leşkerî ya dewleta Tirk a 12’ê Îlonê bi operasyoneke dersînor pêk tê. Dewlete Tirk bi piştgirî û hevkariya îstîxbarata Sûriyeyê Muxabaratê, li bajarê Qamişloyê yê li Rojavayê Kurdistanê, êrişê dibe ser malekê. Li vê malê endam û rêvebirên rêxistina Kawa dimînin. Di dawiya êrîşê de komkujî pêk tê. 7 kadroyên rêxistina Kawa û 9 kes jî ji malê tên kuştin. 

Derhêner Keremo di gereke xwe ya li Elmanyayê de rastî kesên ji rêxistina Kawa tê û ew kes behsa vê bûyerê jê re dikin. Piştî Keremo li wan guhdarî dike, biryarê dide ku belgefilma vê komkujiyê çêke. Keremo dibêje, “Mixabin tu kîjan kevirê li Kurdistanê bileqînî, ji bin komkujî yan jî êşek derdikeve.”

Li Elmanyayê pê dihese

Pêşî haya Keremo ji vê bûyerê nîne. Yanî ew jî hinekî di guhê gê de bûye.  Gava ew diçe Elmanyayê li wê derê hevalên kesên di komkujiyê de hatine qetilkirin, nas dike û haya wî bi vî awayî ji bûyerê çêdibe. Keremo dibêje, yekî ji wan jê re gotiye, “Derbarê vê bûyerê de pirtûkek hatiye nivîsandin. Ev bûyer 12’ê Kanûna sala darbeyê diqewime. Sê meh piştî darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê. Li wir endamên rêxistina Kawa û malbatek tên qetilkirin.” 
Axir Keremo wê kitêba Mahmût Baksî ya li ser bûyerê dixwîne: “Ev gelekî balkêş bû, ji ber ku di nava arşîv, xebat û gotinan de ez rastî komkujiyeke wiha nehatibûm. Piştre min seh kir ku rihmetî Mahmûd´t Baksî li ser ‘Komkujiya Qamişlo’ pirtûkek derxistiye. Axir min ew pirtûk dît. Li ser xwendina pirtûkê, ev bûyer ji min re bû meraq û pirr bala min kişand. Li ser vê yekê min biryara xwebata belgefilma ‘Şeva Reş’ da.” 

Şeveke reş û tarî bû

Piştî ku Keremo pirtûkê dixwîne, dest bi lêkolîna mijarê dike. Bi qasî salek û nîvê ji bo belgefilmê lêkolînê dike. Keremo diyar dike ku navê belgefilmê jî ji şeva komkujiyê tê, ji lewma şeva ku komkujî pêk tê, şeveke reş, bi berf û bager bûye. Keremo dibêje, “Dema ez bi xizmên malbat û hevalên kesên qetilkirê re axivîm, wan ji min re got, ‘Şeveke reş û tarî bû, saet dora 8’an yan jî 9’an kujer têlên sînoran diqetînin û derbasî Qamişlo dibin. Piştre jî vê komkujiyê pêk tînin.” 

Nahêlin Kurd ji zikê diya xwe derkevin

Seroka baskê jinan ya rêxistina Kawa, Necla Baksî jî di nava 16 kesan de bû ku bi hovane hatine qetilkirin. Necla Baksî dema ku tê qetilkirin ducanî ye. Keremo dibêje, yek ji êşên herî mezin ên ku bêhtir kirin ku ew vê projeyê çêke,ev bû: “Di dîrokê de li Geliyê Zîlan jî jinên ducanî hatine kuştin, li Dêrsimê û Helebceyê, li Enfalê jî jinên Kurd ên ducanî hatine qetilkirin. Ev jî qirkirin e. Neyar dibêjin, ‘Ez nahêlim Kurd ji zikê dayika xwe derkevin.’ Bi vê hişmendiyê Kurd bi salan e ku tên qetilkirin.”

Bila keda wan bê zanîn

Keremo ji bo belgefilmê bi qederê 20 kesan re hevpeyvîn kiriye. Bêhtirî dehan ji wan xizmên qurbaniyên komkujiyê ne. Yên din jî hevrêyên endamên rêxistina Kawa ne. Keremo dibêje,  “Dema ku min bi malbatan re hevpeyvîn dikir, tu dibêjî qey careke din malbatê ew êş dikişand û ji nû ve ew tişt hîs dikirin. Lê ji hêlekê ve jî kêfxweş bûn. Digotin, ‘Qet nebe bila gelê me keda wan insanan zanibe.’ Dema behsa qetlîam û zilma ku li ser wan hatiye kirin, dibû, gelek kes digiriyan. Min gelek caran kamera digirtin, aş dibûn û me ji nû ve hevpeyvîn dikir. Gelek caran jî, dema ku wan behsa komkujiyê û êşên xwe dikir, min bi zorê xwe digirt. Dema ku ew diaxivîn, min pişta xwe dida wan da ku ew rûyê min ê xemgîn nebînin. Jineke ducanî tê kuştin û zilamê wê jinê ji bo ku tiştek bi jina wî û sebiyê wî nebe, xwe davêje ser wan, û belkî bi dehan gule li pişta vî kesî dikevin. Bi vî awayî ev kes tê kuştin. Dema ku behsa van tiştan dihat kirin, hem ez hem jî malbat, em pirr xemgîn dibûn.”

Li ser vê komkujiyê belgeya herî girîng ew e ku mirovek ji komkujiyê birîndar filitiye. 16 gule li vî mirovî dikevin, bi mehan li nexweşxaneyên Hesekê û Qamişlo, yên heremê tê dermankirin û paşê sax dibe. Ev kes niha sax e û di belgefilma “Şeva Reş” de behsa wê şevê dike.

Kêm kes hay ji komkujiyê hene

Keremo dibêje, “Haya gelek kesan ji vê komkujiyê tine bû. Yên ku ev komkujî bihîstibûn jî, ji bîr kiribûn. Dema ku min li cihekî behsa vê komkujiyê dikir, digotin, me tiştek wiha nebihîstiye. Yan jî bi awayekî zelal di bîra kesî de nemabû. Me bi vê belgefilmê ev komkujî û hûrguliyên wê bi bîr xistin.” Keremo her wiha dibêje, hin kesan digot, “Dibe ku ev bûyer di navbera tevgerên Kurdan de pêk hatibe. Yanî Kurdan xwe bi xwe hev kuştibe. Dema ku min li ser vê komkujiyê lêkolîn dikirin jî, ez di gelek sohbetan de rastî vê gotinê dihatim. Lê di vê belgefilmê de her tişt eşkere ye. Jixwe fermandarê dewleta Tirk Cem Ersever jî (ku wê demê xebatên kontgerîla bi rê ve dibirin) li xwe mikur tê û dibêje ev komkujî bi destê wan pek hatiye.”

Tinebûna arşîvan û zehmetiyên aborî

Keremo dibje, li meydana sînemayê, zehmetiya herî mezin tinebûna arşîvan û derfetên aborî ne: “Derbarê pirsgirêka arşîvê de em dikarin bindestiyê û gelek sedemên elaqedar nîşan bidin. Ji bo belgefilmê min saleke xwe tenê da arşîvê. Derbarê dîroka Kurdan de heger kaxizek jî were arşîvkirin, ew kaxiz bi zêra ye. Dema arşîv tine be, mirov nikare rastiyê bigihîne gelê xwe. Ji bo projeyên wiha divê em arşîvan çêkin û kaxizeke xwe jî neavêjin. Her wiha divê em ji bo xebatên wiha, arşîvên xwe bi hev re parve bikin. Tu sazî, dezgeh yan jî qadên siyasî bi hêsanî ji bo belgefilmekê yan jî ji bo tiştekî çandî budceyekê venaqetîne. Her tişt li ser milê wan kesan e ku dixwazin bi van karan re mijûl bibin. Ji bo vê xebatê hin kesan piştgiriya aboriyê da min lê dîsa jî pirsgirêka me ya sereke aborî ye.”

Herî dawî Keremo got, wî film şandiye Festîvala Filman a Dihokê û li benda encamê ye. Her wiha ji bo siberojê jî difikire ku film li Ewrûpayê û heger destûrê bigirin li Bakûrê Kurdistanê jî nîşan bide.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.