Standa pirtûkên Ocalan
Çarşem 3 Nîsan 2024 - 00:33
Bi boneya 4’ê Nîsanê standa pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan li Qamişloyê hate danîn û pirtûkên wî tên belavkirin.
Standa pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan ji aliyê Kongra Star ve li pêşiya avahiya Şaredariya Gel a Qamişloyê hatiye danîn.
Endamên Kongra Star pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan ên bi zimanên kurdî û erebî li xelkê belav dikin. Kesên ku pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan werdigirin, diyar kirin ku ew dixwazên ramanên Rêber Abdullah Ocalan li tevahî gel û neteweyan werin belavkirin.
ANHA/QAMIŞLO