Helbest û çîrokan bişînin pêşbirkê

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 10 Nîsan 2024 - 00:39

Van rojan du pêşbazî hatin dest pê kirin û li benda berheman in. Yek jê Pêşbaziya Helbestê, yek jî Pêşbaziya Çîrokê ye.

Pêşbaziya Helbestê ji aliyê Egîtîm-Sena Batmanê ve tê lidar xistin. Zimanê pêşbaziyê kurdî ye. Yên bixwazin heta 27'ê vê mehê dikarin berhemên xwe bişînin. Roja 15'ê Gulana 2024'an wê encamên pêşbaziyê bêne eşkere kirin.

Ji bo têkiliyê: batman@egitimsen.org.tr

Huseyîn Denîz bibîrtînin

Pêşbaziya din jî Pêşbaziya Çîrokan Huseyîn Denîz e. Pêşbaziya ku yekem car li dar dikeve, Egîtîm-Sena Rihayê wê organîze bike. Zimanê pêşbaziyê kurdî (kurmancî - zazakî) ye. Yên bixwazin heta 10'ê Gulana 2024'an dikarin berhemên xwe bişînin. 

Di vê pêşbaziyê de çîroka yekem bi 5 hezar, duyem bi 3 hezar û ya sêyem jî bi 2 hezar TL'yî dê bê xelatkirin.

Juriya vê pêşbaziyê ji Ozlem Ateş, Ronya Bewran, A. Haşim Yetim, Mehmet Yildiz û Hadi Altundag pêk tê.

Ji bo têkiliyê: 

urfaegitimsen@hotmail.com

0505 530 6785

DIYARNAME

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.