‘Morî’ ji bo Oberhausenê hate neqandin

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 8 Nîsan 2024 - 00:54

Kurtefilmê sînemavan Yakup Tekîntangaç ê bi navê “Morî” ew ê îsal li Festîvala Kurtefilman a Oberhausen promiyera xwe ya dinyayê pêk bîne. Filmê “Morî” ji nav 6300 kurtefilmî hate hilbijartin û ew ê ji bo xelata “Kurtefilmê Herî Serketî” di pêşbirka festîvalê de cihê xwe bigire.

Festîvala Kurtefilman a Oberhausen ew ê di navbera 1 û 6’ê Gulana 2024’an de cara 70’an li bajarê Oberhausen ê Elmanyayê were lidarxistin. Ev festîval li dinyayê yek ji festîvalên herî baş a kurtefilman tê qebûlkirin.

Yakup Tekîntangaç ku bi kurtefilmê xwe yê “Azad” hate naskirin piştî 8 sal şûnde dîsa kurtefilmek çêkiriye. Ew di kurtefilmê Morî de behsa keçeke bi navê Morî dike ku mamosteyê dibistanê weke bavê xwe dihesibîne. 

Derhêneriya dîmenê kurtefilmê “Morî” Emre Pekçakar e û Mustafa Bîber jî ji bo kurtefilm muzîk çêkirine. 

Yakup Tekîntangaç di sala 1980’an de li Agirî hatiye dinyayê û qederê 4 salan tevlî xebatên Kolektîfa Sînema ya Mazopotamyayê bû. Wî filmê xwe yê bi navê “Azad” di sala 2016’an de çêkir û piştî vî filmî film çênekiribû.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.