12’ê Adarê hîmê Şoreşê danî

Çarşem 13 Adar 2024 - 00:42

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo salvegera 20’an a Serhildana 12’ê Adarê daxuyaniyek nivîskî weşand û got serhildana 12’ê Adarê bi projeya Rêveberiya Xweser bi encam bûye.

Di daxuyaniyê de hate gotin, Serhildana 12’ê Adarê hîmê bingehîn ê şoreşa demokratîk a li Sûriyeyê danî û wiha hat domandin: "Serhildanê wateya rasteqîn a şoreşê diyar kir ku bi rêya wê asoyên çareserkirina pirsgirêka Kurdên li Sûriyeyê û tevahî pirsgirêkên pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vekir.’’

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin  Serhildana 12’ê Adarê bi projeyek dîrokî encam bûye: ‘’Projeya ku em behsa wê dikin projeya Rêveberiya Xweser e ku bingeha xwe Şoreşa 19’ê Tîrmehê digire."

Di dewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin, Serhildana 12'Adarê hişmendiya hegemonîk şikandiye û hate gotin gel bi têkoşîneke bêhempa li hemberî vê hişmendiyê sekiniye, li hemberî qirkirin û çewisandinê têgeheke nû afirandiye û  bêyî çareserkirina pirsgirêka Kurdên li Suriyeyê tu careserî û ewlehiyeke rasteqîn li Sûriyeyê nabe.

 Di daxuyaniyê de şehîdên Serhildana 12’ê Adarê hatin bi bîranîn û hate gotin, "Em ê bi hêz, israr û tevahî îmknên xwe destek û piştevaniyê bidin daxwazên gelê xwe. Em ê meşa ber bi pêkanîna  armancên gel ên demokrasî û avakirina civakê ve bidomînin. Serhildana 12’ê Adarê bingeha me ya xurt a pêkanîna van armancan û rizgarkirina herêmên dagirkirî û avakirina Sûriyeke pirrengî ya demokratîk a yekbûyî ye. ‘’

Di daxuyaniyê de bang li hêzên Sûriyê hate kirin û hate gotin,’’Em bang  li tevahî hêzên nîştimanî yên Sûriyeyê dikin ku rewşa Sûriyeyê bibînin, rola me ya pêşeng li Sûriyeyê paşguh nekin. Em diyar dikin ku tevahî behîsên der bare şikandona îrade û îsrara gelê me wê bi bin bikevin. Diyalog ji tevahî pirsgirêkan re çareserî ye."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.