Stargeha jinên Tûnisî

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 8 Nîsan 2024 - 00:50

ÎXLAS HAMRUNÎ / NÛJINHA / TÛNIS

Li bajarê Sûse yê Tûnisê Kuluba Stranan a Jinên Xweşik, ji bo jinên ku li derve û li malên xwe dixebitin bûye cihê bêhvedan û aramiyê. Kulub di heman demê de bûye cihê hevdîtinê jî. Jinên ji her asta perwerdeyê û ji her temenî, li kulubê ji aliyekî ve behremendiya xwe ya gotina stranan bi pêş dixin, li aliyê din jî stresa rojê ji ser xwe davêjin.

Derman û terapî ye

Damezirîner û rêvebera kulubê Jamîla Alawî da zanîn ku wan dîtine ku her kesa ku beşdarî kulubê dibe xwedî beheremendiyeke cuda ye û got, “Her jina Tunisî zêdetir bi malbat û karê xwe re mijûl dibe lê bi saya vê kulubê, dikarin tiştên di dilê xwe de bidin der, bi rêya muzîkê rehet bibin û enerjiya xwe serbest bihêlin. Muzîk ji bo kesên ji muzîkê hez dikin, derman û terapî ye. Di heman demê de zimanê gelan e. Ji bo hemû jinên ku li bextewarî û rehetiyê digerin kulub stargehek e. Rehetiya ku çêdibe, ji bo gelek nexweşiyan jî baş e.”

Di jiyana me de cihekî girîng e

Yek ji jinên ku demek dirêj e beşdarî kulubê bûye jî Rana Shabah a malnişîn e. Rana Shabah got: “Jinên Tûnisî dema xwe ya zêde li cihê kar an jî li malê derbas dikin. Bi saya van kuluban, ji cihê kar û malê derdikevin demên xweş derbas dikin, jinên din nas dikin, fikrên xwe ji hev re dibêjin. Ev der di jiyana me de bûye cihekî girîng. Em li vê derê bi hev demê derbas dikin û dûre di mijarên din de em sohbet dikin. Em stranan dibêjin û kêfxweş dibin.”

Ji sergêjî û zextan xelas dike

Mamosteya perwerdeya muzîkê Serene Muhdhabî jî diyar kir ku xebat di heman demê de te maneya ku em ji gelek zextan rizgar bibin û got: "Qada min a xebatê zêdetir teknîkên gotina stranên Erebî ye. Ez tevlî vê kuluba ku ji her temenî jin hene bûm. Kulub jinên ku ji huner û muzîkê hez dikin, ji sergêjiya jiyanê û zextan rizgar dike. Em carna di çarçoveya çalakiyên malbatê de tên ba hev û van xebatên xwe ji bo di medyaya dîjîtal de biweşînin digirin kamerayê jî. Ez ji bo beşdaran muzîkên cuda çêdikim. Armanca me ew e ku kesên tên kulubê bi kêf û bextewar bin. Em li vê derê hînî muzîk û çandên cuda dibin. Ji bo ku em koroyek ava bikin û partiyek li dar bixin her wiha ji bo hevsengiyê dixebitin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.