Li kêleka jinên Rojava bisekine
Pêncşem 5 Sibat 2026 - 03:15

Çalakvana mafên mirovan Najat Zammourî, diyar kir paşguhkirina jinên li Rojava, di bicihanîna erkên navneteweyî de têkçûnek e û paşveçûnek ji prensîbên mafên mirovan ên bingehîn, erk û qanûna navneteweyî ya ku divê ji bo her kesî derbasdar be dibîne.
Bi zêdebûna tundî û îstismara li dijî jinên Kurd, bi taybetî jî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, kampanyayên şermezarkirin û hevgirtinê ji aliyê femînîst û çalakvanên mafên mirovan ên li çar aliyê cîhanê ve, berdewam dikin. Ew van bûyeran wekî sûcên ku ji yên ku li gelek welatên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê li dijî jinan têne kirin ne kêmtir e dibînin. Cîgira Seroka Lîga Parastina Mafên Mirovan a Tunisê û çalakvana mafên mirovan Najat Zammourî, di nîşana hevgirtin û piştgiriya jinên Rojava û binpêkirinên ku nêzîkî mehekê rastî wan hatine de axivî.
Najat Zammourî, da zanîn ku ji ber nebûna mekanîzmayên bi bandor ên ji bo bicîhanîna biryarên Konseya Ewlehiyê, bi taybetî Biryara 1325 ku parastina jinan ferz dike, rewş her ku diçe xeternaktir dibe. Ji ber vê yekê, wê got “Ez paşguhkirina jinên li Rojava, wekî têkçûnek eşkere di bicihanîna erkên navnetewî de û paşveçûnek ji prensîbên mafên mirovan ên bingehîn, pabendbûnên navnetewî û qanûna navnetewî ya ku divê ji bo her kesî derbasdar be dibînim.”
Najat Zammourî, anî ziman ku tiştê ku li vê herêmê diqewime, wek xwezaya hilbijartî ya gotûbêja mafên mirovan a navneteweyî eşkere dike ku wan di gelek caran de dest pê kiriye ku bibînin, bi taybetî jî di komkujiyên li Xezayê de dibîne û wiha bidawî kir: “Prensîbên parastin û edaletê bi awayekî hilbijartî û cudakar têne bikaranîn û jinên li deverên pevçûnê ji parastin û hesabdayîna rastîn a ji bo sûcdaran bêpar in. Pir girîng e ku meriv van binpêkirinan ronî bike û li kêleka jinên Rojava bisekine. Civaka navnetewî, civaka mafên mirovan û civaka alîkariya mirovî jî divê hevgirtinê bi wan re nîşan bidin û bala mayî ya civaka sivîl a navneteweyî, nemaze rêxistinên ku îdîa dikin ku mafên jinan û mafên mirovan bi gelemperî diparêzin, bikişînin.”
NÛJINHA / TÛNIS / NEZÎHA BOUSAÎDÎ









