Em ê bi israr xebatê bikin

Sêşem 12 Adar 2024 - 00:04

XALID ETÊ / ANHA / QAMIŞLO

Danê nîvro yê 11'ê Adara 2014'an çeteyên DAIŞ'ê li dijî avahiya şaredariya Qamişlo ku dikeve nava sûka navendî ya li kolana Wehdê êrişek bi çekan pêk anî. Çete derbasî avahiyê bûn û bombeyên destan avêtin odeyan. Di encamê de 10 endamên şaredariyê şehîd bûn. Navên şehîdan ev in; Îbrahîm Ezîz, Rewşen Mihemed Zekî, Fehid Ebdulezîz, Mûsa Azad Mûsa, Elî Bora, Cîhan Murad, Emîne Bîlal, Helebce Xelîl, Elaedîn Ebdulîlah û Awaz Mehmûd Mihemed.

Cîgira hevseroketiya Yekitiya Şaredariyan a kantona Cizîrê Bêrîvan Omer di salvegera 10'emîn a komkujiyê de destnîşan kir ku şaredariya Qamişlo ji şaredariyên pêşîn ên ku piştî Şoreşa 19'ê Tîrmehê hatine damezirandin û got: "Ew nimûneya guhertina bingehîn a saziyan piştî şoreşê bû. Armanc ji hedefgirgina şaredariyê têkbirina projeya Rêveberiya Xweser, xebata jinan û sîstema hevseroketiyê bû. Di encama wê de jî yek ji pêşengên pêşîn ên rêveberiya şaredariyan Helebce Xelîl şehîd bû."Li hember êrişê şaredariyê îsrara xwe bilind kir û karê xwe berfirehtir kir, da ku şaredariyên demokratîk û şaredariyên taybet bi jinan werin avakirin. Projeya damezrandina Yekitiya Şaredariyan jî bersivdayîna hedefgirtinê bû. Em ê di vê qonaxê de û di salvegera 10'emîn a komkujiyê de xebat û rêxistinkirina xwe bi pêş bixin. Ew jî bi rêya hilbijartinên demokratîk pêkan e."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.