Tesîra şer û portreyên ji komirê

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 10 Nîsan 2024 - 00:31

  • Şêwekarê Elmanî Frank Auerbach ku ev bi salan e li Londonê dijî di salên 1950’î de bi komirê gelek portreyan çêkiriye. Ji bo wî komir ne tercîheke hunerî ango estetîk bûye. Ji ber pereyên wî tine bûn ji mecbûrî komirê bikaraniye. 

Şêwekar Frank Auerbach di salên 1950’î de li Londona bi qeswet bi komirê gelek tablo çêkirin. Ew bi van portreyên xwe bala bîneran dibe ser insanên ku di navbera şer û karestan de mane. Di pêşangeha wî ya “The Charcoal Heads” de bi giştî 17 tabloyên wî yên ku bi komirê hatine çêkirin tên nîşandan.

Frank Auerbach di sala 1931’an de li Elmanyayê hatiye dinyayê û malbata wî malbateke cihû bû. Gava Şêrê Cîhanê yê Yekem dest pê dike mecbûr dimîne dev ji malbata xwe berde û here li Londonê bi cih bibe. Wî Londona di salên 1950’î de wiha teswîr dikir; “bajarekî ku bi awayekî fîzîkî wêran bûye.” Ji xwe tabloyên wî jî teswîrên vê wêraniyê bûn. Ew bi komirê vê malwêraniya fizîkî bi bîneran jî dide hîskirin. Nexasim jî portreyên wî yên ku bi komirê hatine çêkirin pirr balkêş in.

Ne bi hestên hunerî lê ji mecbûrî

Frank Auerbach komirê ne bi hest û bîreke hunerî bikartîne di portreyên xwe de. Ji bere w kesekî xizan e û pereyên wî tine mecbûr dimîne vî malzemeyê ji bo hunera xwe bikarbîne. Her wiha komir ji boyaxê erzantir bû. Portreyên wî bi awirên kûr ji nav tarîtiyê li bîneran dinihêrin. Frank Auerbach hin hûrgiliyên portreyên xwe jî bi saya tebeşîrê xêz kiriye û mirov dikare detayên wî bi rengê şîn û sor jî bibîne ku wî van detayan bi tebeşîrê xêz kiriye. Di pêşangehê de ji xeynî tabloyên wî yên ku bi komirê hatine çêkirin 3 portreyên ku wî bi boyaxê çêkirine jî hene.

Rûxandina Naziyan nîşan dide

Di portreyên Frank Auerbach de pirr zelal tê dîtin ku Nazî bi çi bi serê Londonê anîne û çawa wêran kirine. Ji bilî komir û tebeşîrê hin tabloyên Auerbach ku bi çamûrê hatine çêkirin jî hene. Çamûr jî yek ji wan malzemeyê erzan û bê pere bû. Wî bi bi çamûrê ji nûve avakirina Cadeya Oxfordê teswîr kiriye ku di heman demê de rûxandina bi destê Naziyan pêk hatiye jî nîşan dide.

Di nav şer de awirên bi hêvî

Frank Auerbach portreyên xwe ne li ser tuwalan lê ser kaxezan çêkiriye. Wî pêşî her derê kaxez bi komirê reş kiriye û piştî wê li hin cihan komirê jê biriye. Bi vî awayî ronahiyekê ava kiriye li ser portreyên xwe. Gava mirov baş bala xwe dide ser resmên Auerbach mirov dibîne ku kaxezên wî qetiyane û paşê wî van kaxezan pîne kiriye ango bi hev ve zeliqandiye. Mirov dikare bibêje teknîka ku bikaraniye jî eynî weke şer xwedî pêvajoyeke bêdawî ya rûxandinê ye. Ji lewma hin kaxezên wî çend caran qetiyane, kevn bûne û wî kaxezekî çend caran bikaraniye. Yanî zemîna portreyên Auerbach çawa ku meydana şer bin tên xuyanê. Lê rûyên portreyan jî li ser vê zemînê ewqasî zindî ne. Yanî insan di pêvajoya şer de her çend biwestin jî hewl didin jiyanekê ava bikin û portreyên Auerbach jî van awirên bi hêvî yên insanan nîşan didin.

Frank Auerbach hîna jî dijî û îro li atolyeya xwe ya li Camden dixebite. Ew 92 salî ye lê hîna jî hildiberîne û berhemên hunerî çêdike. Wî van portreyên xwe yên ji komirê jî li vê atolyeya xwe çêkiribû. Pêşangeha wî ya bi navê “The Charcoal Heads” (Portreyên ji komirê) di heman demê de behsa hunera wî ya salan dike. Bingeha meraqa wî ya xêzkirin û portreyan çibû nîşanî xelkê dide ev pêşangeh.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.