EBÎR MIHEMED / NÛJINHA / ÇILAXA
Jinên gundewarên navçeya Çil Axa ya bajarê Qamişlo yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kirin ku jiyana li gundan gelek bi tendirust e, bi hatina werza biharê re gundê wan şîn dibe û tevî hemû êrişan jî bi derfetên xwe yên herî kêm jiyana xwe berdewam dikin. Mizgîn Silêman ji gundê Sêgira Diro yê navçeya Çil Axa got: “Jiyana li gund, gelek xweş e. Avhewa, xweza û şînahiya wê jiyanê xweştir dike. Berî sê mehan dewleta Tirk êrişeke dijwar li ser binesaziya herêma me pêk anî, ji wê rojê ve elektrîk, av, gaz û mazot qut bûne. Em bi derfetên herî kêm jiyana xwe didomînin.”
Menîfa Xelef jî a ji gundê Kêşika yê navçeya Çil Axa jî wiha got:“Îsal baran baş barî. Ev jî nîşan dide ku wê îsal demsala çinînê bi xêr û bereket be. Di vê rewşê de jiyana li gund xweştir û bi tenduristir e. Pezên me jî hene em wan xwedî dikin. Ji ber qutbûna av û kehrebeyê min îsal zêde tişt neçand lê darên min ên fêkiyan hene.”
Herwiha li bajarê reqayê jî bereketa baranê dîmeneke xweşik derdixe holê. Darên mîna mişmiş, xox, gûz, hulîk, hinar, behîv û rezên tiriyan, bişkivîne.