AKP-MHP komkujiyan didomînin

Sêşem 12 Adar 2024 - 01:45

  • KCK’ê bi wesîleya salvegera komkujiyên Qamişlo û Taxa Gaziyê peyamek weşand. KCK’ê yên di her du komkujiyan de hatine qetilkirin bi bîr anîn û destnîşan kir ku ji êrîşa li Şêladizê ji xeynî dewleta Tirk, PDK jî berpirsyar e.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê şehîdên Komkujiya Gazî ya 12’ê Adara 1995’an û şehîdên Komkujiya Qamişlo ya 12’ê Adara 2004’an bi bîr anîn. KCK’ê her wiha diyar kir ku PDK ji komkujiya li Şêladizê berpirsyar e. Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi vî rengî ye:"Di 12'ê Adara 1995'an de li Taxa Gazî ya Stenbolê, di 12'ê Adara 2004'an de jî li stanta bajarê Qamişlo ji aliyê hêzên dewleta faşîst ve komkujî hatin kirin. Em careke din van komkujiyan lanet dikin û hemû şehîdên şoreş û demokrasiyê yên di her du komkujiyan de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Komkujiya Gazî weke berdewamiya komkujiyên dewleta Tirk a qirker a kolonyalîst a li dijî Kurd, Elewî û sosyalîstan pêk hat û weke gelek komkujiyan, di Komkujiya Gaziyê de jî gel û têkoşîna wan a hevpar bû hedef. Têkoşîna li Kurdistanê pêş dikeve û li Tirkiyeyê têkoşîna sosyalîst û demokrasiyê di salên 1990’î de li ser esasê têkoşîna hevpar destpê kir. Ji ber ku civîna têkoşînê ya li Kurdistan û Tirkiyeyê, feraset û polîtîkayên faşîst ên kolonyalîst xiste xeterê, dewleta Tirk pêşî bi bikaranîna hêzên paramîlîter û piştre jî rasterast bi rêya hêzên fermî yên polîs û cendirmeyan êrişî gel kir, komkujiyeke mezin pêk anî. Ev polîtîkaya dewletê îro neguheriye û ji aliyê AKP-MHP’ê ve tê domandin. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê bi polîtîkayên şerê taybet êriş û komkujiyan didomîne. Bersiva herî baş a ji komkujiyan re jî ew e ku gel zêdetir tifaq û yekîtiya xwe ya demokratîk xurt bike.

Xwestin şerê navxweyî derbixin

KCK’ê derbarê komkujiya li Qamişloyê de jî ev nirxandin kirin:’’Şerê navxweyî ku di sala 2011’an de destpê kir, di sala 2004’an de bi komkujiya Qamişlo re dihat xwestin ku destpê bike, lê di encama pêşdîtin û nêzîkatiya rast a tevger û gelê Kurd de ev şer hate astengkirin. Heke piştî sala 2011’an Sûriye bi temamî neketibe destê hêzên faşîst, qirker, paşverû û hovane, ev yek bi berxwedan û rizgariya Rojava pêkan bûye. Lê belê dewleta Sûriyeyê nekarî encamên pêwîst ji komkujiya Qamişlo derbixe û polîtîkaya xwe ya nêzîkbûna bi dewleta Tirk a qirker a kolonyalîst û rêveberiya Tayyîp Erdogan re dewam kir. Vê siyasetê Sûriye ber bi bobelatê ve kişand û bû sedema rewşa îro. Dewleta Tirk û Tayyîp Erdogan ê ku Sûriye xistiye vê rewşê jî rê nade ku Sûriye ji vê rewşê derkeve. Êrişên dewleta Tirk ên li ser Rojava û Sûriyeyê, êrişên rojane yên DAÎŞ û çeteyên din, êriş û komkujiyên wê yên li ser Rojava ji bo vê yekê ne. Ji aliyê din ve, xwe spartina çareseriya demokratîk a dewleta Sûriyeyê ya bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û helwesta wê ya dildar a li hemberî dewleta Tirk, wê polîtîkayên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bêbandor bike. Bersiva herî baş a ji hemû komkujiyan re di şexsê kesên li Qamişloyê hatin qetilkirin de, çareserkirina pirsgirêkên li Sûriyeyê li ser esasê demokratîkbûyînê û avakirina jiyana hevpar a li ser esasê wekhevî û yekîtiyê ye.

PDK berpirsiyarê komkujiyê ye

Dewleta Tirk a qirker a kolonyalîst bi êrişa li Şêladizê re komkujiyeke din pêk anî. Di vê êrîşê de 2 kesên bi navê Seîd Mubarek û Aras Ferec şehîd bûn. Ev komkujî armanca êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê eşkere dike. Dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê çi dike, dixwaze li Başûrê Kurdistanê jî bike, dixwaze li vir jî qirkirina Kurdan pêk bîne. Ev hemû êrîş bi piştgirî û hevkariya PDK’ê pêk tên. Ji ber vê yekê PDK li gel dewleta Tirk berpirsyarê vê komkujiyê ye."

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.