Li Reqayê çîrokbêjiyê vedijîne

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 9 Nîsan 2024 - 00:36

MIHEMED XELÎL / ANHA / REQA

Çîrokbêjiya di meha Remezanê de hunereke pir kevn e. Di vê hunerê de çîrokbêj (hekewatî) lehengê tekane ye ku kesayetên çîrokê, bi deng û tevgera xwe nîşan dide. Çîrokbêjî beşek ji kultûra Sûriyeyê ye. Cara dawîn ku çîrokbêjî wek pîşeyekê derketiye di 1958'an de li qehwexaneya Nofera ya Şamê bû.

Çîrokbêj destanên dîrokî wek Entere Bin Şedad, Zîr Salim, Qeys û Leyla, kesayet û destanên din vedibêje. Her wiha kurteçîrokên komedî jî vedibêje. Ji ber wê jî şênî bi girseyî berê xwe didin qehwexaneyan da ku li wî guhdar bikin.

Li bajarê Reqayê, ciwanê bi navê Fîras Remedan hewl dide çîrokbêjiyê vegerîne bajêr, lê bi awayekî komedî. Armanca wî ew e ku balê bikişîne ser dîrok, kultûr û stranên bajarê xwe. Fîras 2 kesayetan bi kar tîne ew jî (Ebû Tenûs û Ebû Zehiye) ew jî wek kesayetên (Kerkûz û Îwaz) ên ku li qehwexaneyên Şam û Helebê dihatin pêşkêşkirin.

Çîrokbêjiya li hember medyaya dijîtal

Fîras ku li qehwexaneya Feradîs a bajêr çîrokan vedibêje û got: "Min xwest kesayeta çîrokbêj a ku êdî ji bilî li ser televîzyonan em wê nabînin, bi awayekî komedî vejînim. Armanc jî xurtkirina hezkirin û dan û standina di navbera şêniyan de ye nexasim ku medyaya dîjîtal jiyana me têk biriye." Fîras wiha domand: "Bi rêya çîrokbêjiyê min fikir û kultûra herêmê pêşkêş kir, piştî ku min nêrînên temenmezinan girtin. Min ev kesayet ji bo vegotina kultûra Reqayê û çîrokên xweş ên ku tê de qewimîne bi kar anî. Dema qala Reqayê tê kirin yekser rengê reş ê çeteyên DAIŞ'ê tê bala mirov, lê belê Reqa bajarê evînê, bajarê aştî û bajarê rewşenbîriyê ye."

Mîrasa me nehatiye belgekirin

Ev karê Fîras bi ser ket û şêniyan jê hez kir û ji bo guhdarkirina li çîrokên Fîras şênî berê xwe didin qehwexaneyê. Yek ji mijarên ku Fîras amade kirine çîroka "Arife" ye. Çîrok li ser dadgerekî ye ku dozên xelkê çareser dike. Her wiha kêfa şêniyan ji çîroka Sandrêla re jî tê, lê ne Sandrêlaya biyanî, ya Reqayî. Fîras diyar kir ku ew ê vî karî heta piştî Remezanê jî bidomîne û got: "Li gel me mîraseke xweş û tije heye, lê nehatiye belgekirin. Bi rêya çîrokbêj û ragihandinê em ê vê kultûr û mîrasê biparêzin da ku nifşên nû ji çîrokên berê sûdê bigirin."

Rexne lê bi rêbazeke komedî

Fîras destnîşan kir ji bo wî qezenca pereyan bi qasî pêkanîna armancên vî karî ne girîng e û got, "Her kes dipirse gelo armanca çîrokbêjiyê madî û pere ye? Sûda madî di çîrokbêjiyê de tine ye. Armanc belgekirina kultûrê ye ku ciwan jî kultûra me ya xweş nas bikin. Her wiha armanca me balkişandina ser pirsgirêkên li Reqayê û rexnegirî ye, lê bi rêbazeke komedî."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.