Minîmalîzm û destê du nifşan

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 9 Nîsan 2024 - 00:38

Ev fotografê Yvonne Krystovsky ku bi awayekî reş û spî hatiye girtin di kategoriya minîmalîzmê de xelata fotografê herî baş wergirtiye. 

Du nifş, du dest û hesteke henûn. Kalikek bi destê neviyên xwe yê piçûk girtiye. Di nav qermiçokên destê kalik de destên piçûk ên lawik ter û teze ne. Bi vî awayî hem hezkirina di navbera du nifşan de û hem jî wextê derbasbûyî şirove dike. 

Wênegir Yvonne Krystovsky ku fotografê xwe bi kontrasteke serketî girtiye berekî me dide paşerojê û berekî me yê din jî dide siberojê.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.