Pirtûkxaneya zarokan

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 10 Nîsan 2024 - 00:28

ZEYNEB ÎSA / NÛJINHA / QAMIŞLO

Berpirsiyara Pirtûkxaneya zarokan, Leyla El-Mihemed behsa yekemîn pirtûkxaneya zarokan a ku di dibistana Şerîf El-Redî de bi navê Mektebetî hatiye vekirin kir:“Ev nêzî du mehan e ku me dest bi vê pirtûkxaneyê kiriye di hundirê dibistanê de, vekirina vê pirtûkxaneyê fikra kesek ji derveyî welat bû. Xwest tiştekî bi sûd ji zarokan re bike da ku zanîna zarokên welatê me zêde bibe.” Leyla El-Mihemed diyar kir ku armanca wan bi vekirina pirtûkxaneyê ew e ku çanda xwendina zarokan di civakê de bi pêş bikeve û got:“Pirtûkên di pirtûxaneyê de bi zimanê Erebî, Kurdî û Îngilîzî ne hejmara pirtûkan nêzî 130 in, bi giştî pirtûk ji derveyî welat hatine şandin. Girîngiya vê pirtûkxaneyê ji bo zarokan ew e ku xwendin û zanebûna wan zêde bibe, wexta xwe vala derbas nekin, werin pirtûkxaneyê fêrî xwendinê bibin. Carna mamoste waneyên wan vala dimînin şagirtan tînin pirtûkxaneyê wan fêrî xwendinê û wêneyan dikin. Armanca me bi vekirina pirtûxaneyê ew e ku çanda xwendinê di civaka me de bi pêş bikeve. Dixwazim di paşerojê de pirtûk li pirtûkxaneya me zêde bibin û mamoste bêhtir xwendekarên xwe zana bikin û ji hemû zimanan pirtûk di pirtûkxaneyê de hebin. Bi hêvî me ku pirtûkxane di hemû dibistanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de werin vekirin da ku ev nifşên ku perwerde dibin zana, jîr û jêhatî bin.” 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.