Li xwe vegerin, dinya bêriya vî tiştî kiriye!

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 8 Nîsan 2024 - 00:53

Hunermendê Brezîlyayî Herrique Oliveira ji bo enstalasyonên xwe yên mezin çêbike berê xwe dide xwezayê û xweza dibe çavkaniya hunera wî. Her wiha ew ji bo enstalasyonên xwe ji folklora welatê xwe jî sûd werdigire. Pêşangeha wî ya dawî ya bi navê “Fairy Tales” (Çîrokên Periyan) bala bîneran dibe ser çîrokan û ji bo ev çîrok li ser bîneran tesîrekê çêbikin pêşngeha xwe weke daristanekê sêwirandiye. Yanî enstalasyonên wî yên mezin giş bi daran hatine çêkirin û têra xwe tevlîhev in.

Herrique Oliveira bîneran hişyar dike û dibêje bi baldarî li pêşangehê bigerin naxwe ew ê guliyên daran derkevin pêşiya we û hûnê bi van guliyan biêşin. Enstalasyonake wî behsa şeytanekî di mîtolojiya Tupi-Guaranî de dike. Jixwe enstalasyonên wî yên din jî giş behsa efrîdên ku li daristanên Brezîlyayê dijîn, dikin. Xebatên wî yên ku ji daran ava bûne bi folklora Brezîlyayê dadikevin. 

Herrique Oliveira ji bo enstalasyonên xwe got; “Ez wisa pê bawer im ku têkiliyeke me ya cuda bi fezayê re heye. Min jî atmosfereke bi vî awayî sêwirand. Heger hûn li jor nenihêrin hûnê serê xwe li guliyên daran bixin! Ez bim li xwe vegerin, ji lewma wisa hîs dikim ku dinya jî bêriya vî tiştî kiriye.”

Pêşangeha Herrique Oliveira heta 28’ê Nîsana 2024’an li “Gallery of Modern Art” a bajarê Brisbane, ku yek ji bajarên Awustralyayê ye vekirî ye.

BRISBANE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.