Agir berdan erşê Romê!

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 12 Adar 2024 - 00:19

Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamya (TEV-ÇAND) û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê li bajarê Qamişlo filmê gerîla yê bi sernavê “Agir Berde Erşê Romê” nîşan da.

Film ji dîmenên kamereya gerîlayên azadiyê yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê yên ku ji Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Hilmet Dêreluk a di 12`ê Çilaya 2024`an li Zapê ji aliyê Gerîla Tv ve hatibû weşandin pêk tê. Her wiha film ji 70 deqeyî pêk tê. Di filmê de axaftinên Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Mûrat Karayilan û berxwedana gerîlayên HPG û YJA Starê li hember dewleta Tirk a dagirker li Herêmên Parastinê yên Medyayê hebûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG`ê ragihandibû ku di heman operasyonê de li Zapê herî kêm 61 dagirker hatine cezakirin û 4 dagirker birîndar bûn, bi dehan çek û malzemeyên leşkerî hatin desteserkirin û çekên mayî jî hatin şewitandin û îmhakirin.

Bi dehan şêniyên bajarê Qamişlo, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) di temaşekirina filmê de amade bûn.

Piştre endamê TEV-ÇAND`ê Simko Cûdî axivî û diyar kir ku gerîlayan ji bo gelê xwe operasyon bi kamereyên xwe belge kirine û wan jî xwest bi vî awayî bidin nîşandan.

Beşdaran bi elqedarbûnekê li filmê temaşe kirin.

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.