Şev û roj li ber xwe didin

Duşem 22 Gulan 2023 - 14:39

Hewldana Artêşa Iraqê ya ji bo têlkirina derdora wargeha şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) dewam dike. Artêşa Iraqê sibeha 20’ê Gulanê bi dehan wesayîtên zirxî, çek, polês, hêzên taybet û têlên ji bo dorpêçê, hewl da derdora wargehê bi têlan bigire.

Hêzên Iraqê heman rojê bi çekan êrişî xelkê Wargeha Mexmûrê kir û xelkê Wargeha Mexmûrê jî bi keviran bersiv da wan. Di encama gulebarana Artêşa Iraqê de ciwanê bi navê Ehmed Emer Mijînî birîndar bûbû.

Berxwedan dewam dike

Xelkê wargehê bi şev û roj di bin konên berxwedanê de li dijî hewldana têlkirinê li ber xwe dide. Xelkê Mexmûrê ragihand ku ew ti carî qebûl nake dora wargehê were têlkirin.

Gava ku nûçeya me dihat amadekirin jî xelkê Mexmûrê li seytereyê di bin konan de çalakiya xwe didomand. Hêzên Artêşa Iraqê li 300 metre durî konê berxwedanê tevî çek, kepçe, û bendên dorgirtinê rawestiyane.

Di êrişa artêşa iraqê de gule li mal û dikanên xelkê li wargehê jî ketin. Yek ji kesên gule li firina wê ket, Qedrî Şirîşeyî ye. Wî da zanîn ku wan gelek cih guhertine, lê cihê ku herî zêde ew lê mayî Wargeha Mexmûre ye û got, “Fîşekên ku gihiştîn heta vê derê, tenê yên çekeke weke doçka yan jî wekî wê be.”

Li ser me bazarê dikin

Qedrî Şirîşeyî bal bire rola dewleta Tirk kir û got, “Bi fermana rejîma faşîst a Tirk û hevkarê wê dewleta Iraqê dorpêçek li ser me tê ferzkirin. Em kirine bazara avê ya ku Tirkiyê bendê li ber daniye. Rasterast ji me re gotin, yan hûnê vê derê terk bikin yan jî tişta ku Tirkiye li ser me ferz dike em ê li ser we pêk bînin. Em wisa bi rehetî serî natewînin û xwe teslîmî hinekan nakin.”

Mexmûrê bi tenê nehêlin

Bêrîvan Nerexî jî hêrsa xwe ya li hemberî êrişa Iraqê anî ziman:“Em ji Bakur ji ber zilma dewleta Tirk hatin vê derê, li vê derê jî dewleta Iraqê wê zilmê li ser me pêk tîne. Heta ku dilopek xwîn di laşê me de hebe, em nahêlin ew dora me bigirin û sîm bikin. Ti heqê wan li me nînin ku êrişê me bikin, herî zêde zarokên me ditirsin. Banga min li tevahî gelê Kurd ew e ku wargeha Mexmûrê bi tenê nehêlin.”

Rêya çûn û hatinê girtin

Iraq ji 20’ê Gulanê ve nahêle ti kes bikeve wargehê û jê derkeve. Ew nexweşên giran jî asteng dike 

Pirraniya wan zarok gelek nexweşên giran di wargehê de hene û rojane pêwîstiya wan bi çûna nexweşxaneyê heye. Lê artêşa Iraqê rê nade kes bikeve wargehê û jê derkeve.

Hêjayî gotinê ye ku PDK’ê di 17’ê Tîrmeha 2019’an de ambargo danî ser wargehê û rê neda ku ti kes ji wargehê biçe bajarên din ên Başûrê Kurdistanê. Ji ber rêgiriyê, bi dehan nexweşên rewşa wan giran e, nikarin biçin nexweşxaneyê. Heta niha ji ber rêgiriyê gelek zarokan jiyana xwe ji dest daye.

Ji aliyekî din artêşa Iraqê rê nade çapemeniya ji derve jî bikeve wargehê û dengê xelkê wargehê bigihîne raya giştî.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.