Serî li bazara serwer netewand

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 22 Tebax 2022 - 15:08

  • Cotyarekî ji Rewandizê, ji ber ku îsal tiriyê wî nayê firotin, tiriyê xwe yê bijarte dide xelkê hejar û bêderfet.

Cotyarekî ji Rewandizê, ji ber ku îsal tiriyê wî nayê firotin, tiriyê xwe yê bijarte dide xelkê hejar û bêderfet. Cotyar Tehsîn Îbrahîm dibêje, îsal cotyar nikarin mesrefa kirine bi firotina berhemên xwe bi dest bînin.

Cotyar Tehsîn Îbrahîm li gundê Akoyan ê Rewandizê rezvan e. Ew gelek curên tirî digihîne û li bazarê difirioşe.

Yan jî hewkl dide bifiroşe. Lewma îsal li bazarê nikare tiriyê xwe bifiroşe. Ji ber wê jî ew tiriyê xwe yê bijarte li nava bazara Rewandizê bêpere dide hejar û feqîran.

Tehsîn Îbrahîm dibêje, “Bi giştî berhemên cotyaran li bazarê nayên firotin. Me biryar da ku li nava bazarê cûrê tiriyê xwe yê baş, bidin xelkê. Hikûmet û Wezareta Çandiniyê girîngiyê nadin sektora çandiniyê û berhemê cotyaran. Vê jî wiha kiriye ku cotyar dest vala bin û li şûna kareke baş, zêde ziyan li wan bibe.”

ROJNEWS/REWANDIZ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.