‘Şerê man û nemanê ye’

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 4 Gulan 2022 - 22:06

  • Nerazîbûnên ji êrişên dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re, dewam dikin.

Nerazîbûnên ji êrişên dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re, dewam dikin. Nivîskar û Helbestvanê Kakeyî, Xelef Seîd ê ku bi navê Cotyar Kakeyî tê naskirin, derbarê êrişên dewleta Tirk  ên ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê de axivî.

Cotyar Kakeyî got, gelekî giring e niha Kurd li beramberî dijmin xwediyê yek helwêst û siyasetê bin: “Dewleta Tirk hewl dide Kurdistanê bixe rewşeke xeter. Tişta ku dewleta Tirk niha li Behdînanê dike, gelekî xirabtir e ji enfal û karesatên di dema Sedam Hisên de bi serê me de hatî.”

Cotyar Kakeyî wekî din got, dîrokê piştrast kiriye ku dagirker bi girtina gir û çiyayekî tenê ranawestin û wiha dewam kir: “Niha dewleta Tirk dixwaze li Avaşîn û Metînayê cihên stratejîk bigire, heger bikare van cihan dagir bike, bê guman wê piştre dest bi dagirkirina Hewlêr, Silêmanî û Kerkûkê jî bike. Ji bona wê, ev şerê man û nemanê ye. Divê Kurd li dijî dagirkeriya Tirk yek bin û rabin.”

‘Armanc tinekirina Kurd û Kurdistanê ye’

Nivîskar Cotyar Kakeyî daxwaz ji Serokatiya Herêma Kurdistanê kir da ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk erka xwe pêk bîne: “Divê serokê Herêmê rê nede ti hêzeke Kurdî xiyanetê bike û hevkariya dagirkeriya Tirk bike. Divê hewl bide bi rêya Iraqê rê li pêşiya dewleta Tirk bigire û rêkarên yasayî li beramberî Tirkiyeyê bigire.”

Di dawiyê de jî Cotyar Kakeyî got, “Pêwîst e li dijî dewleta Tirk, ji bo piştgiriya gerîla xwepêşandan û çalakiyên mezin werin lidarxistin. Heger dijmin welatê me dagir kir, em ê hemû zererê jê bibînin. Dijmin ti cudahiyê naxe navbera Bozî, Kakeyî, Misilman û Mesîhiyan. Hemû Kurd in û armanca dijmin tinekirina Kurd û Kurdistanê ye.”

ROJNEWS/ÇEMÇEMAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.