Serdana ´Li min pepûkê, Kurd bi ser ketin!´ 

Pêncşem 21 Kanûn 2023 - 10:20

Piştî ku di hilbijartinên encûmena parêzgehan li Iraqê de li wilayetên Kerkûk, Mûsil, Diyala û Selahedînê Kurd bi ser ketin, Enqere kete panîkê. Nexasim li Şengalê ji bilî kursiyê kotayê, 2 Êzîdiyên din ji lîsteyên din karîn bikevin meclîsa parêzgeha Mûsilê û di nava wan de namzetê Rêveberiya Xweser a Şengalê Qasim Keşko jî hebû. 
Enqerê bi vê panîkê, rayedarên Iraqî yên îstixbaratê û wezîrê karên derve yê PDK´yî zûzûka vexwend Enqerê. Rayedarên her du dewletan tedbîrên li dijî Kurdan minaqeşe kirin.

Di nava heyeta Iraqî ya ku bi “waweylê”ya dewleta Tirk, bi bayê bezê berê xwe da Enqerê de ev kes hene: Wezîrê Parastinê yê Iraqê Sabit el-Ebbasî, Serokê Rêxistina Îstixbaratê ya Neteweyî ya Iraqê Qasım el-Eracî, Serokê Heşdî Şabî Falih el-Feyyad, wezîrê karê derve yê Iraqê yê PDK´yê Fuad Huseyin hene. Heyet bi wezîrê karên derve yê Tirk Hakan Fidan re rûnişt û li ser destketiyên Kurdan, Şengal û PKK´ê peyivîn.

Wezareta Karê Derve ya Iraqê bi daxuyaniyekê da zanîn ku di civînê de mijarên li pêş îstixbarat û ewlehî bûne, lê li ser naveroka civînê ti agahiya berfereh neda. 
Li gorî agahiyên ku rojnameya Şerqu’l Ewsatê bi dest xistine, dibe ku mijara herî sereke ya civînê, Şengal û encamên hilbijartinê bin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.