Şengal modela çareseriyê ye

Sêşem 4 Cotmeh 2022 - 00:37

  • Silêman Ehmed: Li Şengalê çima DAIŞ nikare êriş bike. Tevî ew qas komkujî û fermanan, civakeke bi vê modelê xwe bi rê ve dibe. Şêwazê rêveberiya wê jî nimûneya Rêveberiya Xweser e. 

Rojnamevan Silêman Ehmed dibêje, nûnerên gel ên rasteqîn ku berjewendiyên gel biparêzin, li parlamenê nînin, ji bo wê hikûmet bê avakirin jî wê emrê wê dirêj nebe, nikare kar bike. Ew dibêjem, “Çareserî modela li Şengalê ye.”

Rojnamevan Silêman Ehmed ji nêzîk ve bûyer û krîzên siyasî, civakî û xwepêşandanên li Iraqê dişopîne. Ew balê dibe ser avanekirina hikûmetê, sedem û destwerdanên derve yên li ser Iraqê. 

Ehmed ji bo çareseriyê modela Konfederalîzma Demokratîk a Rêveberiya Xweser a li Şengalê, ji bo Iraqê destnîşan dike. 

Ehmed qala çawaniya dema hilbijatina par kir: “Piştî xwepêşandanên Tişriniyan a sala 2019’an Adil Ebudlmehdî ji desthilatê ket, Mustefa El-Kazimî hate ser hikûmeteke demkî. Hilbijartineke pêşwext 10’ê Cotmeha 2021’ê pêk hat. Ji wê rojê ve tevî hewldanan hemûyan hikûmet nehate avakirin. Parlemen civiya, serokê parlemenê hat hilbijartin, wekî din tiştekî din nebû.”

 

PDK ji sedemên esasî yê krîza siyasî ye

Silêman Ehmed weke yek ji sedemê avanebûna hikûmetê, bi taybet PDK nîşan da û got, “Yek ji sedemên avanekirina hikûmetê, aliyên Kurd in. Piştî rûxandina rejîma Beesê, rêveberiyê di nava Kurd, Sune û Şîiyan de hate parvekirin. Para Kurdan jî Serokkomarî bû. Lê sala 2018’an PDK’ê ev yek binpê kir. PDK’ê rê neda ku YNK bi namzetê xwe biçe parlemenê û krîzê ji wir dest pê kir. PDK´ê xwest ne tenê li Başûrê Kurdistanê di heman demê de li Iraqê jî xwe bike desthilat.” 

 

Nûner nînin çareserî nîne

Rojnamevan Silêman Ehmed li ser krîza siyasî fikrên xwe wiha îfade dike: “Mesele ne ew e ka hikûmet wê bê avakirin, neyê avakirin; mesele ew e bê ka hikûmeteke bi vî rengî çawa dikare kar bike û li ser hikûm bimîne. Hikûmetek bê Sedr wê zêde emrê wê nebe. Jixwe, ji ewilî ve gelek aliyên Iraqî ev hilbijartina pêşwext qebûl nedikirin, ji ber gendelî û diziyê. Di vê rewşê de ku alozî li Iraqê pirr in, heger hilbijartinek pêşwext jî bê kirin, wê encameke baş bi xwe re neîne. Çiqas hilbijartin bê kirin, eger nûnerên rasteqîn ên gel nebin, gel wê neçe ser sindoqan û dengê xwe bikar neîne.”

 

Rêveberiya Xweser çareserî ye

Silêman Ehmed ji bo Iraq ji vê rewşê derkeve bal bire ser nimûneya Konfederalîzma Demokratkîk a Rêveberiyên Xweser ku niha li ser axa Iraqê li Şengalê tê pêkanîn û got, “Iraq xwedî çêkereke pirr netewe û pêkhate ye. Heger hikûmetek bê avakirin, nûnerê van ê rastî nebin, hikûmet wê dewam neke. Ji bo hikûmet bê avakirin û nûnertiya gelan û pêkhateyan bike, yek proje heye. Ew jî Şengal e. Bi vîna xwe ya civakî, dîsa hêzên xwe yên leşkerî û îdarî, xwe bi rê ve dibe. Rojane ji herêmên nakok ên madeya 140 heta bi Bexda, Diyala, Mûsilê, DAIŞ êriş dike û mirov dibe qurbanî. Li Şengalê çima DAIŞ nikare êriş bike. Tevî ew qas komkujî û fermanan, civakeke bi vê modelê xwe bi rê ve dibe. Şêwazê rêveberiya wê jî nimûneya Rêveberiya Xweser e. Modela herî guncav ji bo Iraqê Rêveberiya Xweser e. Li Rojavayê Kurdistanê tevî ewqas şer û aloziyan bi vê modelê gel xwe bi rê ve dibe. Şengal jî bi heman rengî. Hinek kes û alî vê ji bo xwe metirsî dibnin, ji ber ku ew vê projeyê esas di berjewendiyên gelan de dibînin.”

ANF/BEXDA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.