Li Şengalê aboriya jinê ya serbixwe

Şemî 13 Nîsan 2024 - 00:15

Li bajaroka Xanesor a Şengalê Komîteya Aboriyê ya TAJÊ û Şaredariya Gel a Xanesorê du projeyên civakî xistin xizmetê. Komîteya Aboriyê ya Jin Cafe Nîsan û Şaredariya Gel jî Parka Şehîd Dijwar Feqîr ku li nêzî hevin vekirin. Li Şengalê gelek cafe, çayxane û cihên hevbeş hene, jin ji ber eqliyeta cinsiyetparêz jê bêpar dimînin. TAJÊ ji bo çêkirina qadên civakî yên nû ji bo jinan, îstîhdamkirina jinan û avakirina derfetên kar, projeyên nû pêş dixe. Piştî vekirina dûkanên jinan, firin, şitilgeh û cihê çêkirina berhemên xwemalî niha jî cafeyek nû ya ji xebatkarên jin pêk tê li Xanesorê vekir. Cafe Nîsan ji bo hem avakirina derfetên nû yên kar ji bo jinan û çêkirina cihên hevbeş ên jinan ji bo demeke xweş bi hev re derbas bikin, hate çêkirin. Proje ji aliyê jinên Êzidî ve bi kêfxweşî hate pêşwazîkirin û bi merasîmekî hate vekirin. Hemwext Şaredariya Gel a Xanesorê jî li gel Cafe Nîsan Parkek bi navê Şehîd Dijwar Feqîr vekir. Vekirina park û Cafe hate hevbeşkirin û ji aliyê dayîka şehîd Dijwar Xoxê Cindî ve hate vekirin. Dayê Xoxê vekirina Park û Cafeyê li malbatên şehîdan pîroz kir û xwest, di her şert û mercî de parastina Xanesorê were kirin.

Di Cafe Nîsan de wê gelek cûreyên şîrînahiyê yên bi destê jinan tên çêkirin û vexwarin hebe.

ROJNEWS/ŞENGAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.