Xeyalên Osmaniyan pêk nayên 

Duşem 8 Nîsan 2024 - 00:29

  • Riham Heco diyar kir ku Tirkiye bi êrişên xwe yên li ser herêmê dixwaze li ser xeta stratejîk xwe li herêmê mayinde bike û got: Sedsal jî derbas bibe wê xeyalên Tirkiyeyê yên ji bo osmanîtiyê pêk neyên.

Tê diyar kirin ku dewleta tirk li dijî Garê, Zap, Metîna û Avaşînê amadekariyeke êrişeke berfireh dike. Her wiha tê ragihandin ku dewleta tirk li ser xeta  Mûsil, Kerkûk û deşta Nînovayê jî bi heman armancê di nav hin amadekariyan de ye. Hevseroka Rêveberiya Xweser a Şengalê Riham Hesenê derbarê danezana hevpar a Iraq û Tirkiyeyê û amadekariyê operasyona ku tê kirin de ji Ajansa Mezopotamya re axivî. Riham Hesen diyar kir ku bi saya tekoşîna ku tê dayin civaka Êzîdî hebûna xwe li herêmê mayinde kiriye û got:"Dewleta tirk li dijî tevgera azadiyê şerek daye destpêkirin. Lê belê ev şer ne tenê li hemberî du aliyane ev şer li dijî daxwaza azadiya gelê Kurd hatiye destpêkirin. Dewletên desthilatdar niha dixwazin ku şerê xwe yê ku dide ferzkirin berfireh bike. Lê tevgera azadiyê jî niha bi tekoşîna ku dide pêşengiya azadiyê dike û şerê aşitiyê û wekheviyê dide meşandin. Divê ku herkes vê bizanibe ku şerê ku tevgera azadiyê li vê derê dide nebûya dibe ku Êzîdî îro ne xwedî hêz bûna û me nedikarî ku xwe birêxistin bikira. Ne tenê Şengal her çar perçeyên Kurdistanê jî projeya netewa demokratîk a xweser e. Heta roja îro jî ji bo avakirina vê pergalê bedel tên dayin."

Amadekariya komkujiyan dike 

Hesenê anî ziman ku di amadekariyên tevgereke nû ya dewleta tirk de NATO piştgiriyê dide û got:"Di şerê ku îro amadekariyê wê tên kirin dewleta tirk ne bi tena serê xwe tevdigere. Gelek dewlet piştgiriyê didin dewleta tirk. Dewleta tirk nikare ku bi tena serê xwe vî şerî bide meşandin. NATO bi xwe jî piştgiriyê dide dewleta tirk. Heke ku îro ev piştgirî nehatiba dayin dewleta tirk evqasî çiyayên Kurdistanê bombardiman nedikirin û pêşengên gelê kurd qetil nedikirin. Di van hedef girtinan de gelek fermandarên YJŞ'ê û YBŞ'ê jî hatin qetilkirin. Neviyên Osmaniyan niha careke din dixwazin ku komkujiyekî pêk bînin. Lê vê komkujiyê nikarin bi rehet pêk bînin. Ji ber ku gelê Kurd êdî xwe birêxistin kiriye û dikare ku bêyî alikariya ti kesî bi tena serê xwe li dijî wan tebikoşe." 

Dixwaze vê xetê dagir bike 

Hesenê bal bire ser xeteriyên êrişên li ser herêmê wan û got:"Niha Tirkiye leşkerên xwe aliyê Bakşiyê bi cih dike û dixwaze ku xwe bigihine Şengalê. Ev xet, xeteke stratejîk e û dikare li ser vê xetê bi rihetî xwe bigihîne Rojava jî. Amadekariyên şer ê dewleta tirk wê bi xwe re xeteriyên mezin bîne. Erdogan di her axaftina xwe de vekirî dibêje ku ew ê li dijî gelê Kurd şereke mezin bide destpêkirin. Gotibû 'em ê mehekî de xelas bikin' lê ev sê sal derbas bûn jî ew xeyalê wan pêk nehat. Sedsal jî derbas bibe ev xeyalê wan dê pêk neyê. Geleke ku azadiyê daxwaz bike kesek nikare pêşiya wî bisekine. Ew kincê koletiyê yê ku hatiye qetandin dê careke din li xwe nekin."

Divê şerê gel ê şoreşgerî pêk bê 

Hesenê da zanîn ku Tirkiye bi PDK'ê û Îran jî bi hêzên xwe yên Haşdî Şabî dixwazin hebûna xwe li herêmê mayinde bikin û got:"Di dîrokê de heta niha Iraq her tim weke navenda pirsgirêkan a Rojhilata Navîn e. Dewletên serdest her tim ev der ji xwe re kirine qada şer. Ji ber wê cihê Iraqê bi xwe jî ciheke stratejîke. Weke sifreyekê ye û herkes dixwaze ku para xwe li ser wê sifreyê bigire." Riham Hesenê anî ziman ku piştî danezana hevpar a Iraq û Tirkiyeyê li herêmê jî hin hevdîtinên rayedaran zêde bûne û got:"Piştî van hevdîtinan hatin serdana Sudanî kirin.Piştre serdana reîsê Iraqê li Şengalê çêbû. Di vê tifaqiya wan de hedefa wan de Şengal jî heye. Iraq bi vekirî nabêje ku ez bi wan re bi tifaq im û vê bi şiklekî jî  qebûl nake. Dewleta tirk jî bi riya sixurtiyê pêşengên me qetil dike. Li dijî vê planê divê şerê gel ê şoreşgerî bê birêxistinkirin. Ev gelek bedel dixwaze lê divê em dev jê bernedin. Rêyeke din em ji xwe re hilbijêrin nine, ev rê riya azadiyê ye û rêya birêz Ocalan e. Divê ku em tekoşîna xwe di vê rêyê de bidomînin. Rêya çareseriyê paradigmaya netewa demokratîk e. Em ê bi tecrûbeyên berxwedanê bersiva van tifaqên qirêj bidin." 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.