Vegerin warê xwe Tilizêr xweşik bûye

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 8 Nîsan 2024 - 00:46

  • Êzidiyên li Şengalê dijîn li Tilizêrê şahiyekê lidar xistin. Mamoste û şagirtên ku bi zimanê Kurdî perwerdeyê dibînin kêfxweşiya xwe anîn ziman. Her wiha zarok dan zanîn ku Tilizêr her diçe xweşiktir dibe û gotin bila Êzidî li warên xwe vegerin.

Bi armanca teşwîqkirin û pêşxistina perwerdeya bi zimanê Kurdî, Saziya Ziman û Perwerdeyê ya Êzîdiyên Şengalê ji bo zarokên dibistanên zimanê Kurdî ya Tilizêrê şahiyek lidarxist. Di şahiyê de stran hatin gotin, govend hate gerandin û pêşbirk hate lîstin.

Piştî fermana 2014’an di sala 2015’an de Saziya Ziman û Perwerdeyê ya Êzidiyên Şengalê dibistanên perwerdeya zimanê Kurdî ya (bi tîpên latînî) li gelek deverên Şengalê da destpêkirin. Bi saya dibistanên zimanê Kurdî niha beşeke girîng a ciwan û zarokên Êzidî fêrî zimanê Kurdî bûne. Salane bi sedan zarok perwerdeya zimanê Kurdî ya bi tîpên latînî dibînin.

Di dibistanan de armanc ne tenê fêrkirina ziman e, di heman demê de zarok fêrî çand û baweriya Êzdayetiyê jî tên kirin û ji qirkirina çandî ya li ser civaka Êzidî jî tên parastin.

Îsal li Tilizêrê yekem car dibistana perwerdeya zimanê Kurdî (latînî) hatiye vekirin. Saziya Ziman û Perwerdeya Kurdî ya Êzidiyên Şengalê bi hatina biharê re şahiyek bo zarokên Tilizêrê lidarxist. Her wiha zarokên dibistanên Erebî jî ji bo şahiyê hatin vexwendin û tevlî şahiya dibistana Kurdî bûn.

Zarokên bi şahiyê şabûn, bi cilên xwe yên çandî yên Êzidiyan û cilên Kurdî beşdarbûn, stran gotin.

Çand û dîrokê jî fêr dikin

Mamoste Elî Mirad têkildarî perwerdeya bi zimanê Kurdî got; “Di dema fermanê de zarokên Êzidî ji perwerdeyê dûr ketin. Ji ber şer, derûniya wan têk çûbû, ji her tiştî ditirsiyan. Me weke ciwanên Êzidî li ser xwe ferz dît, xebatên perwerdehiyê bimeşînin. Ji sala 2015’an ve xebatên me yên perwerdeya ziman destpê kiriye. Lê îsal me li Tilizêrê perwerdeya Kurdî daye destpêkirin. Em li dibistanê hem tîpên latînî ya Kurmancî fêrî wan dikin, hem jî Êzdayetî fêrî wan dikin. Yên bixwazin xwe fêrî Erebî bikin, em Erebî jî didin. Em di perwerdeyê de girîngiyê didin ol û perwerdeya zimanê Kurdî ya tîpên latînî. Dîsa em çand û dîrokê jî fêrî zarokan dikin.”

Em hazir in ji bo perwerdeyê

Mamoste Elî da zanîn ew diçin Sîba Şêx Xidir jî perwerdeya ziman didin û got: “Dema em diçin Sîba Şêx Xidir gelek kesên temen mezin û heta dayîk jî tên dixwazin xwe fêrî zimanê Kurdî yê nivîskî bikin. Em jî li gorî derfetên xwe amadene di warê perwerdeyê de xizmetê ji gel re bikin.”

Vegerin ser warê xwe

Şagirta bi navê Dilo jî kêfxweşiya xwe ji şahiyê anî ziman û got; “Îro li medreseya Jiyanda şahî hate lidarxistin, rojeke gelekî xweş bû. Em kêfxweş in êdî herkes vedigere ser cih û warê xwe. Zû zû di dibistanan de şahî bo me nayên çêkirin, em dixwazin dem dem şahiyên bi vî awayî ji bo me werin çêkirin. Kêfa zarokan gelek ji van şahiyan re tê. Em daxwazê ji gelê xwe dikin vegerin ser cih û warê xwe. Her sal Tilizêr xweştir dibe. Par hejmar evqas nebû, lê îsal zêdetire. Tilizêr gelek xweş bûye.”

Bi armanca 4’ê Nîsanê Rojbûna Rêber Apo, li Navenda Şengalê û Geliyê Kersê jî şahî ji bo zarokên dibistanê hatin lidarxistin.

ROJNEWS/ŞENGAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.