Hatina Erdogan ne ji bo xêrê ye

Duşem 8 Nîsan 2024 - 00:31

Serokkomarê faşîst ê Tirk Tayîp Erdogan wê 22’ê Nîsanê serdana Iraqê bike. Tê payîn ku di vê serdanê de pîlanên nû yên ji bo qirkirina Kurdan, êrişeke berfireh li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê û dagirkirina Şengalê bixe rojeva Iraqê. Civaka Êzîdî ji hatina Erdogan nerazî ne û vê serdanê ji bo Iraq’ê û Şengalê xeter dibînin. Xelkê Şengalê têkildarî mijarê ji axivîn û nerazîbûn nîşanî serdana Erdogan ya ji bo Iraqê dan.

Xidir Hemed diyar kir ku Erdogan dixwaze bi vê serdanê destketiyên civaka Êzîdî ji holê rabike û got:“Dewleta Tirk her timî dewleteke xwînmij û faşîst bûye. Bi taybet Erdogan û hizba wî. Hevdîtinên li Iraqê çêdikin, ne di berjewendiya gelê Iraqê û bi taybet jî xelkê Şengalê de ye. Dixwazin destwerdana leşkerî li Şengalê bikin. Ev yek nayê qebûlkirin. Ji ber ev gel di 74 fermanan re derbasbûye. Hîn jî gelek dayîk û xwişkên me di destê DAIŞ’ê de mane. Em bang li NY û Rêxistinên Mafê Mirovan dikin, vê li ber çavan bigirin. Em bawer dikin eger ne civakeke xweragir û xwedî îrade baya, wê ji ber evqas êriş û fermanan ne dîrok ne jî nasnameya wan maba. Ne pîlanên Erdogan ne jî pîlanên Iraqê dikarin me têk bibin, em ji pîlanên wan mezintirin. Em careke din ji Iraqê re dibêjin, hevdîtinên bi dewleta Tirk re ne di berjewendiya gelê Iraq’ê û bi taybet jî gelê Şengalê de ye.”

Endamê Meclîsa Gel a Xanesorê Yusif Ciwan jî wiha axivî: “Hevdîtin navbera dewleta Tirk û Iraqê de çêdibin. Berê jî gelek hevdîtin kirin, di dawiya dawî de DAIŞ’ê çêkirin û anîn ser serê me. Hemû siyaseta wan ji bo tinekirina me ye.”

ROJNEWS/ŞENGAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.