Çarşema Serê Nîsanê pîroz bû

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 12 Nîsan 2024 - 00:45

Cejna ‘Çarşema Serê Nîsanê’ ya Feqîran, li Tilizêrê li gel serdanan, bi cil û bergên gelêrî yên Êzidiyan û girseyî hate pîrozkirin.

Cejna ‘Cejna Çarşema Serê Nîsanê’ ya Tebeqeya Feqîran duh li seranserê Şengalê bi şêwazên cûda hate hate pîrozkirin.

Cejna ‘Çarşema Serê Nîsanê’ ku weke serê salê ya Êzidiyane û meha kewna dinyayê temam bûye tê dîtin, bi şêwazên renga reng li Şengalê tê pîrozkirin. Danê sibehê hêkên ku rojek beriya wê hatine kelandin û boyaxkirin, li gel kûlîçe û pastayên li malan hatine çêkirin, şekrok û fêkiyan li ser mêzeke naverastê ya malê tê danîn. Her wiha kulîlkên sor yên Nîsanê bi malan ve tên kirin û mal tên xemilandin.

Danê sibehê xelk serdana malan dikin û bi taybet jî mezin û zarok li malan digerin û cejna hev pîroz dikin.

Piştî nîvro ciwan li ciheke navendî kom dibin, li ber stranên gelêrî, cilên gelêrî li ber dikin û govendê digerînin.

Duh li Tilizêrê jî ciwanên ji Tebeqeya Feqîr û eşîrên li gel wan pîroz dikin, kombûn û cejna xwe bi coşeke mezin pîroz kirin.

Her roja paştir cejnên li milê Qibletê û vegera koçberan re coştir û girseyîtir tê pîrozkirin. Gelek ciwanên ji kampan hatine serdana xizmên xwe jî, cejna xwe li Şengalê pîroz kirin.

ROJNEWS/TILIZÊR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.