Li Şengalê cejna ‘Çarşema Sor’ pîroz kirin

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 19 Nîsan 2024 - 00:58

Êzidiyên Şengalê Çarşema Serê Nîsanê li gelek deverên cûda pîroz kirin. Rêveberiya Xweser a Şengalê jî bi boneya cejnê şahiyeke navendî li Geliyê Kersê bi dirûşmeya, ‘Bi yekîtiya Êzidiyan û bi rihê Çarşema Serê Nîsanê emê Xweseriya Şengalê pêk bînin’ lidar xist. Di şahiyê de peyama ‘Xweseriya Şengalê û yekîtiyê’ derket pêş.

Roja kewna cîhanê û destpêka salê ya Êzidiyan ankû Cejna Çarşema Serê Nîsanê li Şengalê bi coş tê pîrozkirin.

Cejna Çarşema Serê Nîsanê ya li gorî ‘Babê Şêx’ ku ji aliyê beşeke zêde ya Êzidiyan ve tê pîrozkirin, li çend navendên cûda yên Şengalê bi girseyî tê pîrozkirin. Pîrozbahî û coşa cejnê ji cejan Çarşema Serê Nîsanê ya Feqîran ve ji çarşema derbasbûyî ve li Şengalê destpêkiriye û îro bi şêwazên cûda tê pîrozkirin.

Rêveberiya Xweser a Şengalê jî li Geliyê Kersê ya ser bi Sinûnê pîrozbahiyeke bicoş li dar xist û peyamên pîrozbahiyê dan. Sahne û qada pîrozbahiyê bi kulîlkên sor ên Nîsanê hate xemilandin. Êzidî bi cil û bergehên xwe yên resen reng dan qada şahiyê.

Di şahiyê de Mala Êzidiyên Rojava peyamek şandin û YBŞ-YJŞ’ê û TAJÊ peyamên xwe dan.  Her wiha Hevserokê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Nayîf Şemo axivî. Şemo Çarşema Serê Nîsanê li civaka Êzidî, li Rêber Apo, li şehîdên Şengalê, li hemû saziyên Rêveberiya Xweser, TAJÊ û hemû şervanên YBŞ û YJŞ’ê pîroz kir. Şemo di dewama axaftina xwede wiha got: ‘Em hêvî dikin salek din vê cejnê di nava azadiyê de pîroz bikin. Hêvî dikin ev bibe wesîleya azadiya Rêber Ocalan û Xweseriya Şengalê.’

Piştî axaftin û peyaman Koma Çiyayê Şengalê derket ser dikê û bi stranan girseyê coşand. Paşê şano hate lîstin, helbestên li ser wateya rojên hatin gotin û li ber stranan govend hate gerandin.

ROJNEWS/ŞENGAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.