Şengal birîndar be Iraq sax nabe

Nûçeyên Forum

În 7 Cotmeh 2022 - 05:46

MERWAN ZERDEŞT

 

Di 9’ê Cotmeha 2020’an de, ango di salvegera Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan de, pîlaneke nû ya fermanê li ser Şengalê kete meriyetê. Civaka Êzîdî vê peymanê wekî ‘komplo’ û ‘fermana yasayî’ bi nav kir û ev peyman nas nekir. Ev 2 sal in ku civaka Êzîdî têkoşîna li dijî van her 2 komployan kiriye yek û bi berdêlên giran li ber xwe dide.

Derbarê Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê de gelek nirxandin hatin kirin û pêwîst e zêdetir jî were kirin. Em ê jî hewl bidin armancên esasî yên Peymana 9’ê Cotmehê, encamên vê peymanê di asta Şengal û Iraqê de û rewşa heyî bi çend xalên esasî destnîşan bikin. Ev peyman di rastiyê de pîlansaziyeke nû ya êrişên qirkirinê bû li dijî Şengalê. Di fermana 2014’an de rê li ber DAIŞ’ê hatibû girtin, ferman nîvco mabû. Peymana 9’ê Cotmehê pîlansaziya temamkirina vê fermanê bû.

Ji ber ku DAIŞ têk çûbû, dewleta Tirk û PDK’ê amadekariya pîlansaziyeke nû ya êrişan kirin û bi hevkariya hikûmeta Kazimî, di 9’ê Cotmeha 2020’an de peymanek mohr kirin. 

Ev peyman li ser 3 xalên bingehîn ên wekî ‘Rêveberî’, ‘Ewlehî’ û ‘Avadaniya Şengalê’ hatibû amadekirin. Bi xala rêveberiyê, armanc ew bû ku pergala Rêveberiya Xweser a Şengalê were hilweşandin, li Şengalê serweriya dewleta Iraqê û PDK’ê ji nû ve were sazkirin. Xala duyemîn, ewlehî bû. Civaka Êzîdî û pêkhateyên Şengalê piştî Fermana 2014’an xwe kiribûn xwedî hêza parastina cewherî. Bi xala ewlehiyê dixwestin hêza Asayîşa Êzîdxanê, YBŞ-YJŞ’ê ji hev belav bikin û li şûna wan polêsê federal ê Iraqê, saziyên istîxbaratê, artêşa Iraqê û pêşmergeyên PDK’ê vegerînin Şengalê. Ango Êzîdî bê parastin werin hiştin û careke din rê li ber fermanên nû were vekirin. Xala talî ya vê peymanê jî derbarê vegera li Şengalê û ji nû ve avadankirina bajêr bû. Bi vê xalê jî dixwestin ji aliyê civakî û aborî ve Şengalê bixin bin destê xwe, cih û warên Êzîdiyan û demografyaya Şengalê biguherînin.

Civaka Êzîdî belasebeb ev peyman wekî ‘Fermana Yasayî’ bi nav nekir. Dema mirov van 3 xalên peymanê bîne ba hev û hinekî li ser wan bifikire, mirov dibîne ku fermana Êzîdiyan dikeve bin sîwana yasayê. Yanî, fermana Êzîdiyan bi rêbazên cuda, bi destê sazî û dezgehên dewletê wê were meşandin. Esas, pêkanîna fermana nû, ango Fermana Spî diket bin misogeriya dewletê. Ruh û cewherê Peymana 9’ê Cotmehê ev bû. 

Peymana 9’ê Cotmehê, di 2020’an de wekî pîlana temamkirina fermanê kete meriyetê û êrişên li ser Şengalê di nav 2 salên dawî de her ku çû girantir bûn. Şehadeta Seîd Hesen û Dijwar Feqîr, lêdana Nexweşxaneya Sikêniyê, Meclîsa Gel a Xanesorê û Meclîsa Gel a Sinûnê, pratîka vê peymanê bûn. Van êrişan jî têrî nekir û bi fermana Hikûmeta Kazimî ji destpêka sala 2022’yan ve bi dehhezaran leşkerên artêşa Iraqê ketin nav Şengalê, di heyva Nîsan-Gulanê de şerê giran qewimî.

Car din, bi vê peymanê re dewleta Tirk a dagirker hebûna xwe ya li Başûrê Kurdistanê û Iraqê jî xurttir kir. Rast e, beriya vê peymanê jî bi dehan baregehên artêşa Tirk li Başûrê Kurdistanê hebûn. Lê ev peyman bû zemîn û derfeteke baş ji bo dagirkeriya dewleta Tirk. Di serî de li Mûsil û Kerkûkê, di çarçoveya Mîsak-i Mîllî de dewleta Tirk hebûna xwe ya li Başûrê Kurdistanê û Iraqê xurttir kir. Em bala xwe bidinê, êdî serokê MÎT’a Tirk, Hakan Fîdan rojane bi rayedarên Iraqê, Başûrê Kurdistanê û hêzên siyasî yên Iraqî re hevdîtinan dike. Bi projeyên xwe yên siyasî ve destwerdana Iraqê dike, Jixwe, Başûrê Kurdistanê ji ber siyaseta PDK’ê bûye hêlîna dewleta tirk. Bi cewherî, Peymana 9’ê Cotmehê ji dagirkeriya dewleta Tirk re bû palgeheke xurt. Dewleta Tirk, bi reya vê peymanê ne tenê Şengalê dixe bin siya xwe, her wiha serweriya xwe ya li Iraqê xurt dike, kaos û qeyrana Iraqê jî kûrtir dike. 

Êdî wext hatiye ku dewleta Iraqê jî vê rastiyê fêm bike vê peymanê ji rojeva xwe derxe. Heger dewleta Iraqê vê peymanê betal bike û li şûna wê, peymaneke nû bi civaka Êzîdî re, bi Şengalê re deyne, rewşa Şengalê jî ya Iraqê jî wê biguhere. Peymana 9’ê Cotmehê, yekîtî û serweriya Iraqê xurt nake ku encamên 2 salan li holê ye. Lê heger dewleta Iraqê îradeya civaka Êzîdî nas bike, pergala rêveberiya xweser wekî azmûneke demokrasiyê fêm bike û pê re li hev bike, Iraq wê xurt bibe. 

Ne tenê ev, heger dewleta Iraqê vê peymanê betal bike, reya dagirkeriya dewleta Tirk jî wê were girtin. Dewleta Tirk wê nikaribe hespê xwe li gorî dile xwe bibezîne. Heger îradeya Şengalê û Iraqa demokratîk bibin yek, ev îrade wê karibe bi her awayî dawî li dagirkeriya Tirk a li Iraqê bîne. Lazim e dewleta Iraqê û her kes baş zanibe ku bi Şengaleke birîndar dewleta Iraqê sax nabe. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.