Sembola fermandariya demê
În 3 Çile 2025 - 03:15
Fermandariya Giştî ya YPJ’ê bi daxuyaniyekê fermandar Jînda Botan û 4 şervanên din ên li Qereqozaqê şehîd bûbûn, bib bîr anîn. Daxuyaniya YPJ’ê a li ser mijarê wiha ye:“Em di kesayeta fermandar Jînda Botan de hevrêyên ku li eniya Qereqozaqê bi fedakarî û fedaîtî şer kir û gihaştin karwanê nemiran, bi bîr tînin û soz û peymana girêdana bi serkeftinê re nû dikin.
Li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê li hember êrişkarî û hovîtiya dewleta Tirk berxwedaneke dîrokî tê meşandin. Berxwedana ku îro tê meşandin, ji bo azadî û wekheviya gelan e. Li eniyên Tişrîn û Qereqozaqê şervanên me bi îdia û biryardariyeke mezin li hemberî êrişên dagirkeriya Tirk çeper digirin û derbeyên giran li dagirkeran didin. Sengerên ku îro şervanên YPJ’ê û Şervanên QSD û Meclisa Leşkerî ya Minbicê tê de cihê xwe digirin, ji bo gelan bûye sembola navgîna hêz û baweriya ku tu caran bin nakeve. Şervanên YPJ’ê Sîham Îbrahîm bi nasnav Jînda Botan, Culye Îbrahîm bi nasnav Dîlan Şoreş, şervanên QSD’ê Weten Dêrezor, Egîd Serêkanî û Xerîb Hesekê dema ku li eniyên Qereqozaqê yên Kobanê li hember dagirkeriya Tirk çeper digirtin, di 25’ê Kanûna 2024’an de şehîd bûn. Em ji malbatên welatparêz yên şervanan re, ji hemû gelên xwe û rêhevalên wan re sersaxî dixwazin, di kesayeta wan de hemû şehîdên berxwedana Qereqozaq, bendava Tişrînê ku berxwedaneke bêmînak meşandin, bi bîr tînin. Em diyar dikin ku wê serkeftin teqez bi roniya di rêya wan de pêk bê.
Îdealên azadiyê parast
Fermandara me Jînda Botan di temenekî ciwan de piştî ku Kobanê ji DAIŞ’ê hate rizgar kirin, di sala 2015’an de bi biryardariyeke bilind ji bo destkeftiyên şoreşê biparezê berê xwe de nava refên YPJ’ê. Fermandar Jînda kesayeta xwe bi şoreşê re kire yek û wek jineke şoreşger di warê bîrdozî û leşkerî de gihîşt asteke diyarker ku karibû ji hemû erk û berpirsyariyên demê re bibe bersiv. Di sala 2019’an de li hemberî êrişên dagirkeriya dewleta Tirk parastina deskeftiyên şoreşa jin kir û di şerê Berxwedana Rûmetê de birîndar bû. Lê hevrê Jînda rûxmî birîndariyê jî, di perwerdeyên branşan de di warê taktîk û stratêjiya şerê demê de bû fermandareke jin ya pêşeng. Heta kêliya dawî ya jiyana xwe bi durûstbûn û kesayeta xwe ya ku bê westan, bi îdealên bilind ên azadiyê di eniyên şer de parastina welat kir. Di berxwedana eniya Qereqozaqê de hevrê Jînda bi sekna xwe ye wêrek û şerker, bû sembola tarzê fermandariya demê.
Sembola welatperweriyê
Hevrêya me Dîlan jî ji bajarê berxwedaniyê Efrînê bû. Bavê wê jî ji netewa Ereb ji bajarê Şedadê ye. Wiha jî bi çanda gelê Kurd û Ereb mezin bû. Malbata hevrê Dîlan jî yek ji wan malbatan e, ku zarokên xwe li ser bingeha hezkirina welat û berpirsyartiya parastina welat mezin kirin. Hevrêya me Dîlan di kesayeta xwe de welatperweriya her du netewan bi awayekî bi nirx û giranbuha jiya. Dîlan piştî ku xwîşka wê tevlî nava refên YPJ’ê bû, ew jî bi biryardariyeke mezin ji bo di rêya azadiya jinê de bibe şoreşger, di sala 2020’an de tev li YPJ’ê bû. Hevrê Dîlan bû xwedî sekneke wêrek û bi hemû erkên parastina welat rabû. Dîlan ji bo bikaribe li hemberî feraseta qirker ya mêr tekoşîna azadiyê bide meşandin xwedî hewldan bû. Herî dawî jî bi sekneke wêrek û jixwe bawer di eniyên berxwedanê yên Qereqozaq, bi hêrseke mezin di çeperan de cihê girt. Hevrêya me Dîlan ji bilî serkeftinê tiştekî din nepejirand û bi ruhe mîsogerkirina azadiyê jiyan û şer kir. Weke ku ji hevrêyên xwe re digot “Divê em li pişt xwe mêze nekin. Divê berê me her li serkfetinê be.” Em ê tim bi rê û armancên şehîdên xwe girêdayî bin û girêdayîbûna me ya şehîdan jî wê bi mîsogerkirina azadiya welat be. Em ê teqez li ser şopa şehîdên xwe bin û xeyalên wan pêk bînin.”
ANHA