Kesên wekî min aştiyê dixwazin

În 8 Tebax 2025 - 03:35

Hestiyên Hakan Arslan ku di sala 2016'an di dema qedexeya derketina derve ya li navçeya Sûrê ya Amedê de şehîd bû, piştî  7 salan di qutiyekê de radestî bavê wî Alî Rıza Arslan hatin kirin. Piştî ku Ajansa Mezopotamyayayê (MA) dîmenên Arslan ên ku hestiyên kurê xwe di qutiyê de hildigire serwîsî aboneyên xwe kir, gelek derdoran nerazîbûn nîşan dabû. Bav Arslan ji her kesî xwest ku beşdarî serkeftina pêvajoya çareserkirina pirsgirêka Kurd bibin. Arslan, bal kişand ser pêvajoya aştiyê û got:"Aştiyeke xweş wê çêbibe. Komîsyona meclisê jî civiya. Divê gelên Kurd û Tirk êdî vê êşê nekişînin. Em aştiyê dixwazin, lê beşeke diyarkirî naxwaze. Ew beş hem ji me û hem jî ji dewletê dixwe. Û îro, ew aştiyê naxwazin ji ber ku tiştek ji wan re nemaye. Yên ku mîna min êşê dikişînin û mexdûr dibin aştiyê dixwazin. Em çi dibe bila bibe aştiyê dixwazin û em ji bo wê têdikoşin." Arslan, destnîşan kir ku ew xwesteka ji bo meşandina siyasetê ya "Koma Aştî û Civaka Demokratîk" ku çekên xwe danîn mafdar dibîne û got:"Çêtir e ku dewlet rêziknameyekê derxe. Heyfa wan mirovan. Ew kes jî zarokên dê û bavên xwe ne. Daxwaza min ew e ku her kes ji zindanê were berdan. Bila yên nexweş û yên siyasî werin berdan. Ger dewlet gav neavêje, rêxistin dikare çi bike? Divê dewlet wan kesan berde û bihêle ku ew bi azadî siyasetê bikin. Meseleya aştiyê bi dewletê ve girêdayî ye; ger dewlet gav biavêje, her tişt dê baş be, lê xuya ye ku dewlet jî ditirse." 

Arslan, daxuyand ku êrişên li ser zimanê Kurdî û nasnameya Kurdî di dema pêvajoyê de bûne sedema kêmbûna baweriyê û got:"Ew kesên ku baweriya xwe bi aştiyê naynin, baweriya xwe bi tiştekî naynin. Divê baweriya xwe bi aştiyê bînin. Divê her kes berpirsiyariyê hilgire ser xwe. Êrişî kesên muzîka Kurdî îcra dikin. Divê dewlet vê pirsgirêkê çareser bike. Zimanê min Kurdî ye. Ger ez bi Kurdî biaxivim, tu yê çima êrişî min bikî? Divê her kes di pêvajoyên wiha de baldar be û ji bo aştiyê hewl bide."

MA/ERZIROM

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.