Bi fedaîtî nirx ji gelê Kurd re afirand
Sêşem 12 Tebax 2025 - 03:50
- Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ji ber şehadeta Fermandarê Akademiyên Apollo Koçero Ûrfa di serî de ji Rêber Apo ji malbata wî re sersaxî xwest û got:"Tenê bi serxistina têkoşînê bersiv ji keda hevrê Koçero re dikare bê dayin ku bandor li me hemûyan kir û em perwerde kir."
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê şehadeta Fermandarê Akademiyên Apollo Koçero Ûrfa ragihand. Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye:"Ewladê esîl ê Rihayê ku warê pîroz ê rêberên gel û pêxemberan e, kurxalê Rêber Apo, Endamê Komîteya Navendî ya partiya me PKK'ê û Fermandarê Akademiyên Apollo hevrêyê me Koçero Ûrfa 4'ê Mijdara 2019'an di erîşeke hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de ku bi rêbaza sûîqestê kir, şehîd bû.
Ji ber şehadeta hevrêyê me Koçero, em di serî de ji Rêber Apo, malbata wî ya hêja, xelkê me yê Rihayê yê welatparêz û gelê Kurd bi temamî re sersaxiyê dixwazin. Hevrê Koçero ku li axa pîroz ji dayik bû, bi eşqa jiyana azad beşdarî Rêber Apo û Tevgera Azadiyê bû. 28 salan li çiyayên Kurdistanê û li qadên cuda bi fedakariyên mezin bênavber têkoşiya. Ji aliyê îdeolojîk, felsefî, rêxistinî û leşkerî ve bû yek ji pêşengên Tevgera Apoyî. Hevrê Koçero milîtanekî rasteqîn ê Apoyî bû ku kesayetiya xwe ya durustî, kedkar, samîmî, dilnizm û hunera xwe mirovî gihand asta şoreşgeriya dilopak û milîtaniya bi pîvan. Şoreşgerekî profesyonel bû ku zanîbû bibe hevrêyê hevrêyan û li ser şopa şehîdan bimeşe. Bi têkoşîna xwe ya bi fedaîtî nirx ji gelê Kurd re afirand, di parastina rewa de bi roleke girîng rabû û bû pêşengekî mezin ê têkoşîna me ku Tevgera Apoyî her tim bi pêş ve dibir. Hevrê Koçero fermandarek bû ku kedeke mezin da me hemûyan û çavê me timî li wî digeriya. Em soz didin ku Apoyiyê mezin, rêberê gel, şoreşgerê profesyonel, fermandarê wêrek û qehremanê leheng hevrê Koçero ji xwe re bikin pûsûlaya têkoşînê, armancên wî yên mezin ên ku di oxira wan de canê xwe feda kir bi ser bixînin û hêjayî keda wî bin. Em hevrêyê xwe, fermandarê fedaî Koçero ku di her kêliyê de û li her cihî Apoyî bi kûrahî hîs dikir, bi hezkirin, hurmet û minet bi bîr tînin û careke din ji malbata hêja ya Rêber Apo û hevrêyên xwe re sersaxiyê dixwazin.
Rêber APO ji Dayê Uveyş hîn bû
Hevrê Koçero ji malbateke welê ye ku ji aliyê bav ve Kurd, ji aliyê dayikê ve Tirkmen e. Malbata ku ji navçeya Xelfetî ya Rihayê di salên 1960'î de koçî navçeya Belkis a Dîlokê kir, lewma hevrêyê me Koçero jî li Belkisê ji dayik bû û lê mezin bû. Malbata hevrê Koçero malbata Rêber Apo ye ku ji aliyê gelê Kurd ve tê naskirin û kurê xalê Rêber Apo, Celal e. Hevrê Koçero li nava malbateke welê hêja mezin bû. Meşa azadiyê ya hevrêyê me Koçero di zarokatiyê de bi naskirina Tevgera Azadiyê destpê kir ku tevger ji aliyê kurmeta wî Rêber Apo ve hate destpêkirin, ji derdorê bihîstibû û êdî veguherîbû efsaneyekê. Her kêliya xwe bi rengekî herî baş nirxand û hewl da PKK'ê nas bike û fêhm bike. Hevrêyê me Koçero di pêvajoya cûntaya 12'ê Îlona 1980'î de bi kiryarên li derveyî mirovahiyê rastiya dewleta Tirk hîn baş nas kir, piştî vê demê legerîna xwe hîn zêde kir. Hevrê Koçero meta xwe Dayika Uveyş weke rêya rizgariya ji vê yekê dît. Gelek caran ji Belkisê cuda bû û çû gel Dayika Uveyş a li gundê Amarayê. Hevrê Koçero dema ku bi Dayika Uveyş re derbas kir weke kêliyên herî hêja bi bîr anî û rastiya Rêber Apo yekemcar ji Dayika Uveyş hîn bû. Hevrê Koçero dema havînê ku navber dida dibistanê li ber Dayika Uveyş derbas kir. Hevrêyê me ku têgihiştina xwe ya destpêkê li Amarayê pêk anî, bi şîretên Dayika Uveyş biryar da ku zanîngehê bixwîne. Hevrê Koçero ku dibistana seretayî, navîn û lîse li navçeya Belkisê xwend û qedand, weke ciwanekî jîr û jêhatî mafê xwendina beşa maliyeyê ya li Zanîngeha 9 Eylul a li Îzmîrê bi dest xist. Li ser vê bingehê derbasî Îzmîrê bû. Di pêvajoya xwendekariya xwe de ku sê salan dewam kir, li nava xwendekarên zanîngehê yên li Îzmîrê bi çend hevalên xwe re avaniyeke rêxistinî ava kir û pêşengî ji wê yekê re kir ku bi dehan xwendekar beşdarî nava refên gerîla bibin. Hevrê Koçero ku pêvajoya karên zanîngeh, ciwanan û bajêr ji xwe re têrker nedît, bi baweriyeke mezin biryar li ser şoreşgeriya profesyonel da û di sala 1992'an de bi komek ji hevalên xwe beşdarî nava Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bû.
Dilsoziya wî bi hevrêtiyeke rasteqîn bû
Piştî ku demeke kurt li Heftanînê ma û bû xwedî tecrûbeyên destpêkê, ji bo dîtina Rêber Apo derbasî Qada Rêbertî bû. Hevrêyê me Koçero xeyala xwe ya bi salan pêk anî ku bi hesreta dîtina Rêber Apo bû. Perwerdeya Rêber Apo û mayina li heman qadê ya pê re ji bo xwe weke diyarî û xelatekê dît. Bi hêz û morala ji perwerdeya Rêbertî ya li kademiya Leşkerî ya Mahsûm Korkmaz a li Bekaayê wergirtî careke din berê xwe da çiyê û salên dûr û dirêj li Zelê, Xakurkê û Zagrosan têkoşiya. Di vê pêvajoyê de bi giranî di karên perwedekirina hevrêyên li van herêman bi berpirsyarî rabû. Ji bo her hevrêyek bibe xwedî exlaq, hişmendî û çanda Apoyî, ji bo bicihanîna xeta têkoşînê ya Apoyî, têkoşîneke giştî meşand. Hevrê Koçero têkiliya xwe ya bi Rêber Apo re ti carî li ser malbatî an jî girêdana xwînê pênase nekir. Li gorî pîvana 'Eger girêdaneke min bi Rêber Apo re hebe divê ev yek bi Apogeriyeke şareza ya li ser bingeha hevrêtiyeke rasteqîn be' nêzîk bû. Lewma ji bo tevlîbûneke îdeolojîk di nava kûrbûneke cidî ya fikrî de bû, kedeke mezin da, nêzîkatiyeke bi pîvan ji xwe re kir esas. Lewma bi bawerî û dilsoziya bi Rêbertî re bû fermandarekî Apoyî ku hevrêyan hemûyan ji xwe re kirin mînak.
Xwedî kesayetekî xweşbîn bû
Hevrê Koçero li nava Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ji şervaniyê heta bi fermandariya tîm, taxim, yekîne, herêm û eyaletê di gelek astan de wezîfe kir. Demekê li Garê wezîfeya fermandariya eyaletê kir. Beşeke girîng a pratîka xwe li ser bingeha perwerdekirina hevrêyên xwe li akademiyan derbas kir. Ji ber ku hevrê Koçero serafekî rasteqîn ê mirovan bû ku ji aliyê psîkolojîk û sosyolojîk ve mirov fêhm dikir, analîz dikir û ji bo karibin xwe jinûve ava bikin dibû alîkar. Li Akademiyên Apollo ku Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li ser xeta Apoyî kûr dike, di her pêvajoyê de vediguherîne artêşeke gerîla ya nû bûyî, dewlemendiya taktîkî, bi salan karê perwerdeya leşkerî û îdeolojîk meşand. Hevrêyê me Koçero ku li Fermandariya Akademiyên Apollo demeke dirêj wezîfe kir, hewl da tecrûbe û danheviya xwe ya îdeolojîk bigihîne tevahiya civata me ya kadro. Hevrê Koçero rêbaza kar a kolektîf afirand, tîm ava kir, kar bi rengekî rêxistinî meşand û bi saya vê yekê barê her hevrêyên xwe yên têkoşînê hem sivik kir hem jî kir ku bi hemû hêza xwe tevlî nava têkoşînê bibin. Bi kesayetiya xwe ya xweşbîn û têgihiştina hevrêyên xwe, bû fermandarekî welê ku hemû hevrêyan timî dixwestin li gel wê têbikoşin.
Hevgirtina fikir û çalakiyê temsîl kir
Hevrê Koçero di Kongreya PKK'ê ya 11'emîn de ji bo Komîteya Navendî ya partiya me PKK'ê hate hilbijartin û di çepera herî pêş a Tevgera Apoyî de wezîfeyeke dîrokî û mezin hilgirt ser milê xwe. Hevrêyê me Koçero weke milîtanekî Apoyî xwe bi hemû jiyana xwe da têkoşînê, bi saya kesayetiya xwe ya pir alî li gelek qadên têkoşînê wezîfe kir. Hevrêyê me Koçero ji xwe re kir pîvan ku li pêşberî rêxistina me û hevrêyên xwe timî eşkere, samîmî û durust be, hevgirtina fikir û çalakiyê bê kêmasî temsîl kir. Hevrêyê me Koçero ku em ê nebûna wî her tim hîs bikin û çavên me li wî bigere, bi hevrêtiya xwe ya germ û ji dil bandor li me hemûyan kir. Tenê bi serxistina têkoşînê em ê karibin bersivê bidin hevrêtiya hevrê Koçero û keda wî ya li ser bi hezaran hevalan.’’ Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me Koçero Ûrfa bi vî rengî ne:
Koçero Ûrfa (Metîn Arslan), li Dîlokê jidayîk bûye, 4’ê Mijdara 2019’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.
BEHDÎNAN