Bi fedakarî û keda xwe bû mînak

Duşem 18 Tebax 2025 - 03:00

  • Navenda ragihandin û Çapemeniyê ya YRK'ê diyar kir ku gerîla Helmet Helebçe sala 2023'an li Asosê şehîd bû.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastinê yên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) nasnameya gerîlayekî eşkere kir ku di sala 2023'an de şehîd bû. Daxuyanî bi vî rengî ye:"Di sala 2023’yan de wek ku gelê me û raya giştî zane li ser hêzên me yên Rojhilatê Kurdistanê bi dehan caran êrîşên hewayî ji aliyê dagirkeriya dewleta Tirk çêbibûn. Di yek ji wan êrîşan de 29'ê Kanûna 2023’an de li çiyayê Asos hevalê me Helmet Helebçe şehîd bû. Di serî de malbata hêja ya hevreyê me yê şehîd, em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê re dixwazin û soza xwe nû dikin ku xewn û xeyalên wan pêk bînin, bi ser bixînin.

Ji şerê taybet bawer nake

Şehîd Sîrwan ewladê Başûrê Kurdistanê, li bajarê Helebceya Şehîd çavê xwe li dinyayê vedike. Di nava malbateke welê mezin dibe ku bi nirxên welatparêziya Kurdbûna xwe ve girêdayî bû û ji eşîra Kelhor e. Di nava malbatê de gelek hewldan û ked her tim ji bo Kurdbûnê hatiye dayin. Malbata hevreyê me li herêma xwe malbateke berbiçav e ku ji bo Kurdbûna xwe her tim ked daye. Hevreyê me jî mîna her ciwanekî siyaseta şerê taybet a ku her tim gerîla cûda şîrove dike ji nêz de dibîne. Li ser vî esasî ji şerê taybet ê ku tê meşandin bawer nake û bi xwe biryar digre ku berê xwe bide nava refên gerîla. Bi beşdarbûna xwe re ji jiyan û sekna gerîla bi bandor dibe. Dema ku beşdar dibe û gerîla dibîne zane ku hemû behsên li ser gerîla têne kirin tenê ancax bibe gerîla û di nava gerîla de nas bike. Di nava refên me de mîna her şervanekî ew jî bi fedekarî û keda xwe beşdar dibe û hewl dide ji hemû êrîşan re bibe bersiv. Bi jiyana xwe re di demeke zû de karî xwe bixe nava hevrêyên xwe. Di nava refên me de her tim hewl da ku fikir û felsefeya Rêber APO di kesayeta xwe de ava bike. Di dawiyê de wek Yekîneyên Parastinê yên Rojhilatê Kurdistanê, di serî de em ji malbata hevreyê xwe yê hêja re û ji tevahî gelê Başûrê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin û careke din em soz didin xeyal û tekoşîna dane raberkirin bi serketinê re tacîdar bikin." Agahiyên li ser nasnameya hevreyê me yê şehîd bi vî rengî ne:

Helmet Helebce (Şahîd Sîrwan), li Helebce jidayîk bûye, sala 2023’an li Asos şehîd bû.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.