Sedema parçebûn û şerê navxweyî ye

Duşem 18 Tebax 2025 - 03:30

Di demên dawî de bi rêya belavkirina gotara nefretê, hewldanên têkbirina aramiya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde bûne. Ev hewldaneke aşkera ya ji bo têkbirina projeya Rêveberiya Xweser û têkbirina modela jiyana hevbeş a pêkhateyên herêmê ye. Der barê mijarê de ji rêveberên Partiya Sûriyeya Pêşerojê yên kantona Tebqayê Yasir El Kurdî da zanîn ku projeya Rêveberiya Xweser ji hêla hêzên desthilatdar ve wek gef tê dîtin, di heman demê de hin aliyên navxweyî jî wê wek astengiyeke li pêşiya siyaseta xwe dibînin. El Kurdî destnîşan kir ku komên olî yên tundraw bi armanca berfirehkirina desthilata xwe fitneyê bi pêş dixin, medyayê bi kar tînin da ku Rêveberiya Xweser reş bikin û pêkhateyên wê li dijî hev sor bikin. El Kurdî got destkeftiyên herêmê berhema fedakarî û xwîna gelên wê yên ji pêkhateyên cuda ye û da zanîn ku hişmendiya gel mertalekî li hember hemû komployan e.

Wezareta Ragihandinê berpirsiyar e

Çalakvanê mafên mirovan Îbrahîm Şêxo jî der barê zêdebûna gotara nefretê de hişyarî da û bal kişand ser encamên wê yên xirab ku li peravên Sûriyeyê û li Siwêdayê dest pê kirine. Şêxo diyar kir ku hikumeta veguhêz û Wezareta Ragihandinê berpirsyarên gurbûna gotara nefretê û fitneya mezhebî ne. Her wiha da zanîn ku ev kiryar dikare welêt bixe nav şerê navxweyî. Şêxo destnîşan kir ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê girêdanên mezhebî û eşîrî derbas kirine, lewma rastî gotara nefretê û fitneyên tên. Her wiha banga tedbîrên lezgîn kir, “berî ku welêt ber bi parçekirin û şerê navxweyî ve biçe.”

Dewleta Tirk pêşengiyê dike

Endama Meclisa Yekitiya Ragihandina Jinan (YRJ) Hiba Fitêh jî diyar kir ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê kampanyayên fitneyê yên sîstematîk pêk tînin, li hember hewldanên Rêveberiya Xweser ên ji bo aştî û demokrasiyê. Hibayê got armanca van kampanyayan ew e ku di navbera pêkhate û eşîran de pevçûnê derxin. Hibayê destnîşan kir ku li hember gotara nefretê, medyaya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwedî berpirsyariyeke mezin e. Medyaya herêmê dîmena rast a jiyana hevbeş radigihîne û dengê civakê digihîne hundirê Sûriyeyê. Hibayê da zanîn ku ragihandina azad li herêmê xwedî wê hêzê ye ku rastiyê eşkere bike.

ANHA/TEBQA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.