Hukumeta Şamê nefretê belav dike
Pêncşem 29 Çile 2026 - 03:35

Jinên ji hemû pêkhateyan ên ji bajarê Qamişloyê, destnîşan kirin ku ev bi sedan sal in bi hev re ne û anîn ziman ku gelek axaftinên nefretê di navbera pêkhateyan de tên kirin lê tu kes nikare wan ji hev veqetîne.
Di demeke ku bûyerên siyasî û aborî yên li Sûriyeyê bi lez diguherin de, pêwîstiya lezgîn a xurtkirina hevkariyê û girêdanan a di navbera hemû pêkhateyên civaka Sûriyeyê de pir girîng e. Ev qonaxa hesas pêwîstiya pêşxistina mekanîzmayên bi bandor a ji bo avakirina pirên têgihîştin û yekîtiya di navbera komên cihêreng de çi mezhebî, etnîkî an civakî bin dike, da ku aramiya welêt û ji nû ve avakirina welêt piştî salên pevçûnê mîsoger bike. Di vê çarçoveyê de, gelek înîsiyatîfên herêmî û navneteweyî dixebitin da ku bingehek hevpar ava bikin, da ku hêzên civakî yên cihêreng bi aştî û bi hev re bijîn. Aliyên cûda dikarin bi destnîşankirina diyaloga navbera koman û naskirina maf û taybetmendiyên çandî, rêyên hevkariyê û beşdarbûnê di pêvajoya jinûve avakirin û pêşketinê de bibînin. Ev înîsiyatîf ji qada siyasî wêdetir diçin da ku aliyên civakî û aborî bigirin nav xwe. Hewl didin ku edalet û wekheviyê ji bo hemû pêkhateyên civaka Sûriyeyê bidest bixin.
Jinên ji hemû pêkhateyên bajarê Qamişloyê ku bi dehan sal in bi hevre dijîn, axivîn. Fatîma EL-Casim ku jineke ji pêkhateyê Ereb e, da zanîn ku li Sûriyeyê hemû pêkhate bi hev re dijîn û wiha got: “Em, Kurd, Suriyan, Aşûr û Tirkmen li Sûriyeyê bi sedan sal in bi hevre dijîn. Em li vê derê hemû xwişk û bira ne bi hev re. Me di demên êrîşên DAIŞ`ê de, piştgiriya hev kir, ji bo têkbkirina terorîstan me bi hezaran şehîd dan. Îro rêveberiya demkî pevçûnê di navbera pêkhateyan de dide çêkirin, dixwazin van pêkhateyên ku bi aştî û aramî bi hev re dijîn, ji hev dûr bixin. Em van pevçûnên ku aramiya vê herêmê dike xeterê, qebûl nakin. Em ê heta dawî parastina axa xwe bikin û emê piştgiriya hêzên xwe bikin.”
Saliha Keleş a ku jineke Kurd e, diyar kir ku şerê taybet li ser pêkhateyên Sûriyeyê tê meşandin û wiha pê de çû: “Em di rewşeke pir hesas de derbas dibin. Em wekî gelê Kurd li her çar perçeyên Kurdistanê pêwîst e zêdetir hişyar bin, li hember van êrîşên ku li ser me têne meşandin. Şerê taybet di navbera hemû pêkhateyan de tê meşandin, em divê zêdetir hişyar bin, da ku em bikaribin derî bigrin li hember van êrîşên navxweyî yên ku di navbera me de têne kirin.”
Sebah Şabo jineke ji pêkhateyên Sûryan e jî destnîşan kir ku pêwîst e hemû pêkhate bi hev re Sûriyeyek nû ava bikin.
NÛJINHA/QAMIŞLO/NEXEM ÇAÇAN















