Ji medyaya Şamê şerê psîkolojîk
În 23 Çile 2026 - 03:25

Yekeya dezenformasyonê ku Şamê li dijî Rojava ava kiriye, bi sepana jîriya çêkirî agahiyên ku Hesekê hatiye valakirin parve dike.
Êrişên ser bajarên rojavayê Kurdistanê berdewam in. Hikûmeta Şamê, di çarçoveya rêbazên şerê taybet de yekeyeke dezenformasyonê ava kir û ev yekeye li pey rêbazên qirêjî ye. Kesên li qadê êlekê “press”ê li xwe kirin, bi sepana jîriya çêkirî li ser kar in.
Li ser hinek hesabên Telegramê naverokên bi rêya jîriya çêkirî hatine amadekirin tên parvekirin û agahiyên derew ên weke ku Hesekê hatibe valakirin tên belavkirin.
Di heman demê de dengê hin fermandarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) tê teqlîdkirin û agahiyên xelet parve dikin.
NAVENDA NÛÇEYAN















