Em fedaiyên Rêber Apo û xeta Egîd in
Duşem 18 Tebax 2025 - 03:40
Salvegera 41’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi beşdariya gerîlayên HPG û YJA Starê bi coş hate pîrozkirin. Li dû deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna Şehîdên Azadiyê yên Kurdistanê, Fermandara YJA Starê Sîdar Heştanî axivî. Sîdar Heştanî Cejna Vejînê li Rêber Apo, gelê Kurd û hevrêyên xwe hemûyan pîroz kir û di şexsê fermandarên pêşeng Nûreddîn Sofî, Koçero Urfa û Bahtiyar Gabar de şehîd hemû bi bîr anî. Heştanî anî ziman ku Pêngava 15’ê Tebaxê ne tenê pêngaveke leşkerî ye, di heman demê de xetek e, destpêka manîfestoyekê ye û got:“Bi navê Kurd û Kurdistanê tiştek nema bû, bi navê jinê tiştek nema bû ku nehatibû talankirin. Rêber Apo di demeke bi vî rengî de rabû. Rêber Apo herî zêde rê li ber azadiya jinê vekir, herî zêde ji bo jinê têkoşiya. Bi saya vê yekê artêşa me ya jinê, partiya me ya jinê ava bû û îro em pêşengiyê ji jinên li tevahiya cîhanê yên bindest re dikin. Lewma îro li vê derê weke gerîlayên YJA Star û HPG’ê li ser bingeha fikir û felsefeya Rêber Apo em Pêngava 15’ê Tebaxê pîroz dikin. Em deyndarê Rêber Apo û şehîdan e.
Bêguman 15’ê Tebaxê ne tenê hevalê Egîd afirand; wê xetek afirand, bû rêbaza fermandariyê, bû rêveberî û manîfestoya gerîlatiyê. Li Kurdistanê xeta şoreşê, xeta şerê çekdarî gihand asta herî bilind. Têkoşîna nasnsameya Kurd ispat kir. Weke gerîlayên HPG û YJA Starê di şer û aştiyê de şert û merc çi dibin bila bibin, em fedaiyên Rêber Apo û xeta hevalê Egîd in. Her wiha weke HPG û YJA Starê em ê hesasiyeta ku pêvajoya aştî û demokrasiyê ya Rêber Apo ji me dixwaze pêk bînin û em ê tevlî projeya Rêber Apo bibin. Çend roj berê partiya me şehadeta sê hevrêyên me yên hêja, fermandarên me eşkere kir. Hevalê Koçer Urfa, hevalê Nûreddîn Sofî û hevalê Bahtiyar Gabar. Me ji çapemeniyê şopand, ji Rihayê heta Qamişloyê, li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Bakur, gelê me bi rengekî girseyî xwedî li van hevrêyan derket. Bi vê wesîleyê weke gerîlayên HPG û YJA Starê silav û hurmetên xwe pêşkêşî gelê me, malbatên şehîdan, dayikên şehîdan, xwişk, bira û hevrêyên şehîdan dikim. Em soza xwe dubare dikin ku li ser xeta şehîdan em ê têkoşîna xwe dewam bikin. Şehîdên me xeta me ya sor e, pêşengên jiyana nû ye.”
Ji qirkirinê hatin maseya guftûgoyê
Ji gerîlayên HPG’ê Agirî Şaho jî li pîrozbahiyê axivî û anî ziman ku Pêngava 15’ê Tebaxê ji bo gelê Kurd werçerxeke dîrokî ye. Agirî Şaho destnîşan kir ku eger îro bi navê Kurdîtî tiştek hebe ev yek bi saya vê têkoşîna çekdarî ye û got:“Gelê Kurd ku berê dihate qirkirin, îro gihîştiye wê astê ku li dora maseyê danûstandinan bike. Ev yek bi saya fîşeka destpêkê ye ku 15’ê Tebaxa 1984’an hate teqandin.” Gerîlaya YJA Starê Bêrîtan Amed jî ragihand ku 15’ê Tebaxê hebûna gelê Kurd parast û got:“Vê têkoşîna ku nîv sedsalê dewam kir, dewlet neçar hişt ku li dora maseyê rûnê. Bêguman. Di vê yekê de keda hevrêyên me yên şehîd heye. Têkoşîna ku heta roja îro dewam dike, mîrateya şehîdên me ye. Ya ku dikeve ser milê me ew e ku xwedî li mîrateya hevrêyên me yên şehîd ên weke Nûreddîn Sofî, Koçero Urfa û Bahtiyar Gabar derkevin.” Pîrozbahiya salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê bi gerandina govendê û stranan bi dawî bû.
BEHDÎNAN