Wêrekiya Ocalan û PKK’ê silav dikim!
Duşem 18 Tebax 2025 - 03:45
Alîkarê Serokê Giştî yê partiya Keskan, Parlamenterê Parlamenta Federal û Endamê Komîsyona Têkiliyên Derve Nicolas Walder li ser çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd ji ANF’ê re axivî. Walder anî ziman ku pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ji bo çareseriya demokratîk a meseleya Kurd û pêvajoya aştiyê işareteke gelekî girîng e û got:“Niha li gelek deverên cîhanê komkujî têne kirin, li Xezeyê qirkirin, li Ûkrayna û Sûdanê komkujî. Di demeke bi vî rengî de îhtimala pêvajoyeke bi vî rengî ya siyasî û dîplomatîk a li dora maseyê, gelekî erênî ye. Bi dîtina min, ev hewldana aştiyê ya ku ji aliyê PKK’ê ve hatiye destpêkirin divê bê silavkirin. Bi hin işaretan em dibînin ku hikumeta Tirk û Parlamenta Tirkiyeyê meyla xwe li ser vê pêvajoyê heye. Lewma bi rastî jî hêvî dikim ku ev hewldan wê encamekê bi xwe re bîne, wê derfetê biafirîne ku diyalogeke rasteqîn jinûve bê danîn, bi taybetî çareseriyeke aştiyane pêk were. Divê ev pêvajo bê silavkirin û piştgirî jê re bê dayin, ji ber ku pêvajoyên aştiyê yên bi vî rengî îro li cîhanê gelekî kêm in.” Parlamenter Nicolas Walder anî ziman ku têkoşîn karekî çiqasî wêrekî be, nirxandina derfetên danûstandinê û hilbijartina rêya aştî û dîplomatîk ji bo rawestandina mirinê, karekî ewqasî bi wêrekî ye û bi vî rengî dewam kir:“Ez wêrekiya Birêz Ocalan silav dikim, di heman demê de wêrekiya PKK’ê jî silav dikim ku li gel nebûna garantiya serketina pêvajoyê jî ev rê danî ber xwe. Belê, garantiyek nîne, lê belê li gel vê yekê jî rîsk tercîh kirin û ez vê wêrekiyê silav dikim. Li gorî min hem Tirkiye hem jî gelê Kurd wê di çareseriyeke aştiyane ya vî şerî de qezencekê bi dest bixin. Dawiya dawî, dema ku Tirkiyeyê gelê Kurd nas kir û xweseriyek da wan, wê ji vê yekê tiştekî winda neke. Gelê Kurd jî vê yekê bi gelê Tirkiyeyê re di nava sînorên Tirkiyeyê de bi jiyaneke baş dikare dewam bike. Bi dîtina min, zemîneke lihevkirinê heye û divê êdî ji vî mejiyê şer rizgar bibe. Birêz Ocalan li gel ku bi neheqî girtî ye û li zindanê tê ragirtin jî ji bo aştiyê rêya dîplomatîk pêşniyar kir û ev yek dilpakiyeke mezin e. Ez bi rastî jî vê jestê, vê wêrekiyê silav dikim; ev girîng e.”
Tercîha Ocalan wêrekî ye
Ji bo pirsa ‘Di nava atmofereke şer a navneteweyî de banga Rêber APO ya ji bo aştiyê tê çi wateyê’ Walder bersiveke bi vî rengî da:“Vê yekê weke işareteke gelekî girîng dibînim. Ev helwest her wiha nîşan dide ku di astekê de êdî şer encamekê bi xwe re nayne. Şer ji bo zexta li ser aliyê din dibe ku bê bikaranîn, lê belê çareseriyeke mayinde bi xwe re nayne.
Di vê astê de divê mirov li dora maseyê rûnên, ji ber ku hûn neçar in bi hev re bijîn. Hûn di nava sînorên cuda de bijîn jî di astekê de divê bi hev re bixebitin; rêvebirina sînoran, têkoşîna li dijî sûcên li derveyî sînor, danûstandinên aboriyê, rêvebirina avê, têkoşîna li hemberî guhertina avhewayê divê bi hev re biaxivin. Bi kurtasî encama şer çi dibe bila bibe, di astekê de hûn neçar in biaxivin. Li gorî min Birêz Ocalan fêhm kir ku bêyî dest ji daxwazan berde, dem hatiye ku van daxwazan bi rengekî aştiyane û dîplomatîk li dora maseyê binirxîne. Maqûl dît ku hem aliyê Kurd hem jî aliyê Tirk ji aştiyê dikarin gelek tiştan qezenç bikin, lewma ev rîsk da ber çavên xwe. Ev yek tercîheke bi wêrekî ye; ez vê yekê silav dikim.”
Divê Ocalan azad bibe
Walder destnîşan kir ku divê dewleta Tirk beriya her tiştî îradeya serxistina pêvajoyê nîşan bide û got:“Daxuyaniyên Birêz Ocalan, fesixkirina PKK’ê, çekdanîna komek ji şervanan, îmhakirina çekan. Ev yek işaretên gelekî girîng in. Dewleta Tirkiyeyê divê vê firsendê binirxîne û işareteke erênî bide. Destûra derketina Ocalan a ji girtîgehê dikare bibe işareteke erênî; ev yek bi rengê girtina li malê jî dikare bibe. Eger dewlet bixwaze bi tedbîrên ewlekariyê dikare piştevaniyê bike.
Destûrdayina ji bo Ocalan a tevlîbûna li danûstandinan ji bo xurtkirina baweriya navbera herdu aliyan wê bibe gavek. Ev yek girîng e. Berpirsyariya civaka navneteweyî mezin e; ji ber ku dema sînor hatin xêzkirin û naskirin, yekîtiya gelê Kurd li ber çavan nehatibû girtin. Gelê Kurd li nava welatên cuda belav bûye. Ev gel nebe yek jî qet nebe divê hurmet jê re bê nîşandan, li nava sînorên ku lê dimînin karibin ji xweseriyê sûdê werbigire. Ev yek beriya her tiştî berpirsyariyeke dîrokî ye.”
ANF/SERKAN DEMÎREL