Hevrêyê rûken û jidil Bahtiyar Gabar

Sêşem 12 Tebax 2025 - 03:45

Gelê me ku êşên mezin kişand û di bin zexta qirkirinê de li ber mirinê bû, bi Rêber Apo re jinûve rabû ser xwe. Di nava atmosfereke welê de ku derfetek û hêviyeke serketinê nebû, partiya me PKK weke tevgereke hêviyê rabû û ji gelê me yê berxwedêr re bû hêvî. Têkoşîna me ku bi Berxwedaan 14'ê Tîrmehê re li Zindana Amedê mêtinger têk bir, bi Pêngava 15'ê Tebaxê ya berz û bilind bû gerîla û li bajaran veguherî gelê serhildanê. Gelê me ku bi PKK'ê re jinûve vejiya ewladên xwe yên herî leheng şand nava refên têkoşînê û çar aliyên Kurdistanê kir navendên berxwedanê. Yek ji qadên destpêkê ku tevgera me gihîşt gelê me bajarê me Wan e. Bajarê me Wan bi berxwedan û serhildana xwe cihê xwe di dîroka bi rûmet a gelê me de girt û kevneşopiyeke welê afirand ku gihîşt nifşên nû.

Nirxên cewherî hertim parast

Hevrêyê me Bahtiyar li navçeya Şax a Wanê ji dayik bû ku ev kevneşopiya pîroz lê gelekî zindî ye. Hevrêyê me Bahtiyar ku ferdê malbateke me ya hêja ya ji eşîra Ertûşî ye, ku bi hestên xwe yên welatparêziyê timî li pêş e û xeta berxwedêriyê li nav serwer e, çanda berxwedanê û nirxên Kurdistanî zû nas kir û bi kesayetiya xwe re kir yek. Hevrêyê me ku ji bo perwerdeyê di 6 saliya xwe de neçar ma ji malbata xwe dûr bikeve, çû Stenbolê. Hevrêyê me Bahtiryar dûrî Kurdistanê ji aliyekî ve perwerdeya xwe dewam kir, li aliyê din jî bi karkirinê alîkariya madî li malbata xwe kir. Ji ber vê yekê karkerî û kedkarî hîn di temenê biçûkanî de bûn taybetmendiyên bingehîn ên kesayetiya hevrêyê me Bahtiyar. Dûrî welat û çanda xwe mezin bû, lê belê li gel vê yekê jî weke ciwanekî Kurd nirxên xwe yên cewherî timî parast. Li metropolên Tirkiyeyê yekser şahidî ji vederkirin û êrîşên asîmîlasyonê yên bi rêk û pêk re kir. Meraqa wî ya polîtîk, hestê wî yê berpirsyariyê û welatparêziya derdora wî kir ku hevrêyê me Bahtiyar şerê li Kurdistanê û partiya me PKK'ê ji nêz ve bişopîne. Piştî ku pismamê wî tevlî Berxwedana Kobanê yê dîrokî bû û şehîd bû, vê yekê bandoreke mezin li hevrêyê me Bahtiyar kir. Hevrêyê me Bahtiyar baş zanîbû ku heta xweparastineke xurt nebe wê hebûna gelê me nikaribe bê parastin û azad bibe. Lewma sala 2015'an li Botanê tevlî nava refên têkoşînê bû.

Li gel Nûredîn Sofî şehîd bû

Hevrêyê me Bahtiyar ku li Bakurê Kurdistanê beşdarî nava refên gerîla bû, tecrûbeya xwe ya destpêkê ya gerîlatiyê li dilê gerîlatiyê kir. Bi hemû hêza xwe beşdarî nava jiyana gerîla bû ku bi hesreta wê bû û gelekî meraq dikir. Piştre ji bo li ser taktîkên gerîlatiyê bibe pispor, partiya me hîn baştir fêhm bike û di felsefeya Rêber Apo de kûr bibe derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû û tevlî nava pêvajoya perwerdeyê bû. Bi jîr û jêhatîbûna xwe, bi durustî, jidilbûyîn û kedkariya xwe hîn di rojên destpêkê de bala hevrêyên xwe hemûyan kişand ser xwe. Cewhera wî ya samîmî bû zemîn ku li nava refên partiyê zû bi pêş bikeve. Hevrêyê me Bahtiyar xwedî rêbazeke welê bû ku li gel temenê xwe yê ciwan bi gihîştîbûna xwe li pêş bû, bi jîrbûna xwe çareserî ji her pirsgirêkê re peyda dikir û bi cidiyeta herî mezin nêzî her wezîfeyê dibû û hewl dida bi ser bixîne. Bi tempoya xwe ya têkoşînê û rêbaza xwe ya serxistina hemû wezîfeyên ku cidî nêzîk dibû, xwedî kesayetiyeke welê bû ku ji hevrêyên xwe hemûyan re bû mînak. Bi gelek fermandarên me yên hêja re ma, tecrûbeya wan rakir û tiştên hîn bû hem xist meriyetê, hem jî mezin kir û gihand hevrêyên xwe. Bi rêbaza xwe ya kar a komunal tevkarî li jiyan û karê her hevrêyên xwe kir. Ji roja ku tevlî bû û pê ve bi rola pêşengiyê rabû, di demeke kurt de û di temenê ciwan de bû fermandar, bi vî rengî erk û wezîfeyên xeta milîtaniyê ya demê bi cih anî. Bi rûkenî û hevrêtiya xwe ya ji dil bandor li her hevrêyî kir.

Hevrêyê me Bahtiyar Gabar ku di dema serdanê de bi hevrêyê me Nûreddîn Sofî re bû, 6'ê Nîsana 2021'ê li qada Bergarê ya herêma Garê di encama êrîşa artêşa Tirk a dagirker de şehîd bû. Bi navê hevalên wî yên têkoşînê em soz didin ku em ê mîrateya têkoşînê ya hevrêyê xwe Bahtiyar ti carî ji bîr nekin û teqez bi ser bixînin.’’ Agahiyên derbarê nasnameya şehîd Bahtiyar Gabar de wiha ne:

Bahtiyar Gabar (Abdulbakî Babûr), li Wanê jidayîk bûye, 6’ê Nîsana 2021’an li Garê şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.