Bi şêwazê APO’yî jiyan û şehîd bûn
Şemî 9 Tebax 2025 - 03:50
- Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê (HPG-NRÇ) gerîla Rojda, Serdem, Hêja, Nizar û Sozdar ên ku sala 2019’an şehîd bûne, bi “rêzdarî û minetdarî” bi bîr anî û got:“Em ê ala têkoşînê ya dewrî şopdarên xwe kirine, bi serketinê tacîdar bikin.”
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê (HPG-NRÇ) gerîla Rojda, Serdem, Hêja, Nizar û Sozdar ên ku sala 2019’an şehîd bûne, bi “rêzdarî û minetdarî” bi bîr anî û got. Daxuyaniya HPG-NRÇ’ê ya derbarê şehîdan de wiha ye:’’Em hevrêyên xwe Rojda, Serdem, Hêja, Nizar û Sozdar ên ku sala 2019’an şehîd bûne, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Hevrêyên me Rojda, Serdem, Hêja, Nizar û Sozdar bi biryardarî û îdîayeke mezin tevlî nava refên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bûn. Bi tarzê jiyana Apoyî û hevrêtiya xwe ya kûr, her wezîfeya xwe bi layiqî bi cih anîn. Hevrêyên me li gelek qadên cuda xebat meşandin, bi tevlîbûna xwe ya bêteredut a di pêvajoya şer de û bi tarzên xwe yên fedayî bûn milîtanên Apoyî yên mînak. Li dijî konsepta îmha û tasfiyeye ya li ser gelê me û Tevgera me hatî ferzkirin, di her xebatê de tevlîbûneke bi moral û coş raber kirin. Em ê ala têkoşînê ya ku şehîdên me dewrî me şopdarên xwe kiriye, bi serketinê tacîdar bikin û li ber bîranînên wan em bi rêzdarî bejna xwe ditewînin. Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd, em ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin û soza xwe dubare dikin ku bîranînên şehîdên xwe yên leheng li Kurdistana azad bidin jiyîn.”
Wateyeke mezin dan jiyanê
Hevrêya me Rojda li bajarê Merîwan ê Rojhilatê Kurdistanê, di nava malbateke welatparêz de jidayîk bû. Di sala 2013’an de tevlî nava refên gerîla bû. Hertim xwe di nava îdeolojiya rizgariya jinê de nû kir û hertim li ser xeta sekna şorşegerî bû. Bi kesayeta xwe ya sade û durust hertim xwedî moral bû. Wateyeke mezin da her kêliyeke jiyanê û li gorî wê jiyan kir. Bi vî rengî bû milîtaneke dilsozê Rêber APO û şehîdan.
Hevrêyê me Serdem li bajarê Wanê di nava malbateke welatparêz de jidayîk bû. Di sala 2014’an de tevlî nava refên gerîla bû. Bi jiyana xwe ya zane, wêrek, fedayî û kedkar, hertim bû mînak. Ji bo felsefeya jiyana gerîla û hevrêtiya wê bijî û bide jiyîn, bû xwedî hewldaneke mezin. Bi xeyala ‘Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad’ hertim hêrsa xwe ya li dijmin mezin kir. Weke milîtanekî, hertim bi fedayîtî û qehremanî jiyan kir.
Hevrêya me Hêja li Amedê di nava malbateke welatparêz de jidayîk bû. Demekê di nava xebatên ciwanên şoreşger de cih girt û li hemberî amûrê şerê taybet û propagandayên wê têkoşîn meşand. Piştî demekê tevlî refên gerîla bû. Hertim jiyana hevrêyên şehîd meraq kir û xwest nêzîkbûnên wan ên têkoşînê bi kûrahî fam bike. Dilsoziya xwe ya bi Rêbertiyê re kûr bû. Bi kesayeta xwe ya xurt û bibiryar, di her xebata xwe de serketî bû.
Hevrêyê me Nizar li navçeya Cizîr a Şirnexê di nava malbateke welatparêz de jidayîk bû û mezim bû. Di sala 2015’an de di nava berxwedana rêveberiyên xweser a li Cizîrê de cih girt û birîndar bû. Lê birîndariya wî hişt ku bi tekoşînê bêhtir bê girêdan. Li ser vê esasê di sala 2015’an de tevlî nava refên gerîla bû. Bi xwezayîbûna xwe ya ji erdnîgariya Botanê wergirtiye hertim li cihê lê mayî nîşan da. Keesayeta cewherî ku ji malbata xwe wergirtî, bi çand û exlaqê APO’yî re kire yek û bi milîtanekî APO’yî yê mînak.
Hevrêya me Sozdar li Sêrtê di nava malbateke welatparêz de çavê xwe li dinê vekir. Di dema ku dewleta Tirk pîlana çokdanînê ya li ser gelê Kurd û gerîlayê azadiyê xiste meriyetê biryara tevlîbûna nava refên gerîla wergirt. Weke jineke ciwan, di wê zanebûnê de bû ku divê gavên pêştir di têkoşînê de bavêje. Hebûna xwe di hebûna Rêber APO de dît û ev yek di jiyana xwe de bi hemû hestên xwe nîşan da.”
Agahiyên derbarê nasnameya gerîlayên şehîd bi vî rengî ne:
Rojda Arjîn (Mehnaz Bazarxak), li Merîwanê jidayîk bûye, 1’ê Îlona 2019’an li Metîna şehîd bû.
Serdem Wan (Welat Hazir), li Wanê jidayîk bûye, 1’ê Îlona 2019’an li Metîna şehîd bû.
Hêja Mawa (Bêrîtan Aktaş), li Amedê jidayîk bûye, 10’ê Îlona 2019’an li Metîna şehîd bû.
Nizar Cizîrî (Adem Gok), li Şirnexê jidayîk bûye, 1’ê Îlona 2019’an li Metîna şehîd bû.
Sozdar Ronî (Sevda Yagan), li Sêrtê jidayîk bûye, 10’ê Îlona 2019’an li Metîna şehîd bû.
BEHDÎNAN