Bi eşqeke mezin wezîfe û şoreşgerî kir
Sêşem 12 Tebax 2025 - 03:50
- HPG:’’Em, pêşengê neteweya Kurd hevrê Nûreddîn Sofî û milîtanê fedaî yê Apoyî hevrê Bahtiyar Gabar bi ruhê Pêngava 15'ê Tebaxê bi bîr tînin û soz didin, ku hêjayî têkoşîn û sekna wan a leheng bibin."
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê got:"Ewladê leheng ê gelê Kurd, şoreşgerê profesyonel, fermandarê serfiraz û pêşengê Şoreşa Azadiyê ya Rojava hevrê Nûreddîn Sofî û milîtanê fedaî yê Apoyî hevrê Bahtiyar Gabar 6'ê Nîsana 2021'ê li qada Bergarê ya herêma Garê di êrîşa artêşa Tirk a dagirker de şehîd bûn. Em hevrêyên xwe bi hurmet bi bîr tînin." Di dewama daxuyaniya nivîskî de li ser têkoşîna Sofî û Gabar ev agahî hatin dayin:"Hevrê Nûreddîn Sofî sala 1990'î tevlî nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bû, heta sala 2013'an li nava refên PKK'ê 24 salan, piştre jî ji nava gerîla cihê bû û tevlî nava Şoreşa Azadiyê ya Rojava bû û 8 salan li nava şoreşê têkoşiya. Hevrê Nûreddîn Sofî bi vî rengî 32 salan kêlî bi kêlî, bê navber li nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê têkoşiya. Li nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê, ji şervaniyê heta bi Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG'ê di asta herî bilind de bi berpirsyariyê rabû. Ji bo têkoşîna azadiyê ya gelê me xwe ji ti fedakariyê neda alî, biçûk an jî mezin bi eşq her wezîfe kir, şoreşgerî kir. Piştî ku Şoreşa Azadiyê ya Rojava mezin bû û êrîşên li ser giran bûn, bi daxwaza xwe ji nava refên gerîla cihê bû û tevlî nava Hêzên Azadiyê yên Rojava bû. Bi qasî ku me şopand, li vê derê jî ji aliyê leşkerî û siyasî bi berpirsyariyên girîng rabû û pêşengî kir. Şoreşgerê pêşeng ê gelê Rojava hevrê Nûreddîn Sofî ji bo hevalên xwe yên berê bibîne berê xwe da çiyayên Kurdistanê ku 24 salên xwe lê derbas kir. Dema ku serdana Fermandariya me ya Biryargeha Navenda Parastina Gel kir, di 6'ê Nîsana 2021'ê de di encama êrîşa dijmin de şehîd bû. Milîtanê fedaî yê Apoyî hevrêyê me Bahtiyar Gabar jî ku di dema serdanê de bi hevrêyê me Nûreddî Sofî re bû û jê re dibû alîkar, pê re şehîd bû. Em, pêşengê neteweya Kurd hevrê Nûreddîn Sofî û milîtanê fedaî yê Apoyî hevrê Bahtiyar Gabar bi ruhê Pêngava 15'ê Tebaxê bi bîr tînin û soz didin, ku hêjayî têkoşîn û sekna wan a leheng bibin. Em bi biryar in ku tiştên hevrê Sofî hînî me kiriye, şoreşgeriya Kurdistanê ya cewherî ku di kesayetiya xwe de veguherand heqîqetê, em ê di têkoşîna azadiyê ya gelê xwe de bikin mîna alayekê. Bi van hestan, di serî de malbatên wan ên hêja, em sersaxiyê ji gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.
Di asta herî bilind de cih girt
Hevrê Sofî ku hezkirî û dilxwazên wî hemûyan bi wî navî bang li wî dikirin, li gundê Mişêrfa yê Qamişloyê ji dayik bû. Hevrê Sofî ku li Qamişloyê mezin bû û piştre ji bo xwendina zanîngehê çû Helebê, Tevgera Apoyî li vê derê nas kir û tevlî nava tevgera ciwanên şoreşger welatparêz bû. Di Tebaxa 1990'î de biryar da ku bibe şoreşgerekî profesyonel û beşdarî nava refên PKK'ê bû. Çû gel Rêber Apo û li Akademiya Leşkerî ya Mahsûm Korkmaz a li Bekaayê beşdarî perwerdeya xwe ya destpêkê bû. Hevrê Sofî ku bi perwedeya ji Rêber Apo wergirtî bû xwedî hêz, moral û danheviyeke mezin, ji Bekaayê derbasî Kurdistanê bû. Li Heftanînê dest bi gerîlatiyê kir. Piştre derbasî herêma Qilabanê bû û li Bakur gerîlatî kir. Di demeke kurt de gihîşt asteke girîng, sala 1991'ê li Qilabanê bû fermandarê tîm. Li dû pratîka li vê derê çû Zagrosan. Bi pratîka xwe ya li qadên Avaşîn û Herkî xwe gihand asta fermandariya yekîneyê. Bi tevlîbûna xwe ya bi wêrekî û kelecanî di sala 1994'an de fermandariya herêmê kir ku ji qadên Elbak, Payîzava û Kelareşê pêk dihat. Du salan fermandariya vê herêmê kir û gelek çalakî pêk anî. Dawiya sala 1996'an careke din derbasî qada Rêbertî bû. Du serdeman li akademiya Rêbertî ma û di asta rêveberiyê de wezîfe kir. Piştî ku ji gel Rêbertî vegeriya welêt li Zagrosan bi wezîfeya fermandariyê rabû. Sala 1997'an di şerê Başûr de weke fermandarê tabûrê şer kir. Sala 1999'an li ser bingeha vekişînê derbasî Qendîlê bû. Sala 2000'î li hemberî êrîşên li ser hêzên me li Qendîlê di şer de bi roleke çalak tevgeriya. Eniya ku lê bû di bin êrîşên giran de bû, lê belê li gel vê yekê jî bi mîlîmekê jî paşve gav neavêt û bi hevrêyên pê re êrîş hemû şikand. Sala 2003'an bû fermandarê eyaleta Amedê û derbasî Bakurê Kurdistanê bû. Di Pêngava 1'ê Hezîranê ya dîrokî de li eyaleta Amedê pêşengî kir, kir ku gelek çalakî bêne lidarxistin. Bi vî rengî li hemberî meyla tasfiyekar, xiyanetkar sekn û helwest nîşan da ku meyleke bi vî rengî li ser PKK'ê dihate ferzkirin. Heta sala 2007'an fermandariya eyaletê meşand, li vê derê pergaleke bi hêz ava kir û karê gelekî xurt meşand ku cihê xwe di dilê gelê Amedê de girt. Ji bo Meclîsa Partiyê ya PKK'ê hate hilbijartin ku sala 2005'an jinûve ava bû û bû endamê Komîteya Navendî. Di nava PKK'ê de di asta herî bilind de wezîfe kir, bi vî rengî di nava mewziya Rêbertî de cihê xwe girt û pêşengî ji tevgera me re kir. Piştre jî ev wezîfeya xwe ya pêşengiyê bilind kir û bi cih anî. Di Konferansa HPG'ê de ku Sibata 2009'an hate lidarxistin, ji bo Fermandarê Biryargeha Navendî ya HPG'ê hate hilbijartin û bi vî rengî di asta herî bilind de wezîfe wergirt. Ji sala 2009'an heta bi sala 2013'an wezîfeya Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG'ê meşand. Sala 2011'an dema ku dewleta Îranê êrîş bir ser Qendîlê, bi xwe tevlî şerê parastinê yê li vê derê bû, bi tecrûbeya xwe ya kûr şer bi rê ve bir û tevkariyên girîng lê kir ku bi ser bikeve. Sala 2012'an di meşandina şerê Gel ê Şoreşgerî û beralîkirina êrîşên dewleta Tirk de beşdarî gelek pêngavan bû. Ji bo Şerê Gel ê Şoreşgerî li Bakur bilind bike sala 2012'an weke Fermandarê Biryargeha Navendî ya HPG'ê bi xwe derbasî Botanê bû. Hevrê Sofî her tim weke zarokekî bi kelecan, weke ciwanekî jîr û jêhatî û weke milîtanekî fedaî yê Apoyî wezîfe bi cih anî. Sala 2013'an weke PKK şerê bi dewleta Tirk hate rawestandin û agirbest bi beramberî hev hate ragihandin. Di vê demê de piştî ku bi destê çeteyan êrîşên giran li ser gelê me yê li Rojavayê Kurdistanê hate kirin, hevrêyê me Sofî bi daxwaza xwe, ji bo tevlî nava Şoreşa Azadiyê ya Rojava bibe ji nava refên gerîla cihê bû.
Şoreşgerekî profesyonel ê rasteqîn bû
Hevrê Sofî ne tenê leşker û fermandarek bû, bi kesayetiya xwe ya pir alî ew şoreşgerekî profesyonel ê rasteqîn bû. Entelektuelekî mezin bû. Timî nîqaş dikir, tiştek dixwend, dida pey tiştên nû, bi baldarî lêkolîn dikir û rojek wî ti carî nedibû weke rojek berê. Ev taybetmendiyên Rêber Apo bi rengekî bêhempa di kesayetiya xwe de şênber kir. Ew fermandarek bû ku taybetmendiyên xwe yên gelêrî û komunal li pêş bû, dilnizm bû, bi mirovên ji her temenî re dikarîbû bima, diyalog bikira, hevrêyên xwe li dora xwe dicivand, ew ber bi xwe ve dikişand, moral û motîvasyon diafirand, dibû sedema coş û kelecanê, li her qada ku lê bû rengê xwe diyar dikir û radikir ser piyan. Wêjevanekî gelekî xurt bû. Serpêhatiyên gelê me, dîroka têkoşîna me û hestên esîl ên ku ji kûrahî hîs dikir, dibûn helbest û ji ser zimanê wî diherikîn. Xîtabet, ajîtasyon û propagandaya wî gelekî xurt bû, zimanê wî bi bandor bû. Xwedî wê hunerê bû ku aliyên xwe yên îdeolojîk, rêxistinî û leşkerî di nav hev de bi hevsengî bi pêş ve dibir. Li Zagros, Botan, Serhat, Amed û Rojava bi sedan ciwan bi bandora hevrê Sofî tevlî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bûn. Her wiha ji nava xizmên wî yên nêz jî gelek ciwan tevlî nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bûn, bi fedaîtî têkoşiyan û şehîd bûn. Dema ku serdana Fermandariya me ya Biryargeha Navenda Parastina Gel dikir, 6'ê Nîsana 2021'ê li qada Bergarê ya herêma Garê di encama êrîşa artêşa Tirk a dagirker de li gel hevrê Bahtiyar Gabar ku pê re bû, şehîd bû. Em ji malbata welatparêz a hêja ya hevrê Nûreddîn Sofî, gelê Rojava, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, gelê Kurdistanê bi temamî, fermandar û şervanên YPG'ê re sersaxiyê dixwazin.’’ Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me Nûredîn Sofî bi vî rengî ne:
Nûredîn Sofî (Nûredîn Sofî), li Qamişlo jidayîk bûye, 6’ê Nîsana 2021’an li Garê şehîd bû.
BEHDÎNAN