Ji bo Sîncanê banga ‘lêkolînê’

Duşem 18 Tebax 2025 - 03:10

Mehmet Dayangaç ê 25 salî, di sala 2021'ê de li Mêrsînê hate binçavkirin û bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" cezayê girtîgehê lê hate birîn. Dayangaç, niha li Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa L a Sîncanê ya Enqereyê tê ragirtin. Bavê Dayangaç, Lezgîn Dayangaç, binpêkirinên li girtîgehê vegot. Lezgîn Dayangaç, destnîşan kir ku îdareya girtîgeha di bin navê “lêgerîna qawîşan” de her tim li girtiyan tundiya dêrûnî û fîzîkî dike û got ku kurê wî li ser telefonê binpêkirinên li girtîgehê pê re parve kiriye. Dayangaç, têkildarî binpêkirinan wiha got:"Her tim bi tundiya gardiyanan re rû bi rû dimînin. Bi awayekî keyfî girtiyan derb dikin. Kurê min di nava çar dîwaren de ye û tevî vê jî tundî û zext lê tê kirin. Ev tundiya dêrûnî nayê qebûlkirin. Ev kiryar, îşkence ye. Em dixwazin ev pirsgirêk çareser bibe.” Dayangaç, xwest raya giştî di mijara zext û tundiya li girtîgehê bi hestiyarî tevbigere. Dayangaç, bang li rayedaran kir ku li girtîgehê lêkolînê bikin. 

MA/MÊRSÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.