Ji bo bîranîna fermandarê giyanpak!

Çarşem 13 Tebax 2025 - 03:45

ENES YILDIZ

Nobedarê Dara Gûzê, Sebra Çiyayan û Pêşengê Şoreşa Rojava: Nûreddîn Sofî

Bo fermandarê qehreman û giyanpak, şehîd Nûreddîn Sofî…

“Gelek hatine bablîsokên zer

te behsa Xanê Mezin

Ata û Ismet kir

ew hatin û çûn

lê ez li vir im

ez li vir im”

Di vîdyoklîbeke gelekî berbelav de, ku rojeke baranî ye û mij û moranê her der girtiye, fermandarekî wekî dêwekî jixwebawer û jidil, bi sewt û sedayekî berz helbesteke kurmancî dixwîne. Ewçend ji xwe bawer e ku singê xwe kiriye sîper li pêşiya herka dîroka reş. Destê xwe dihejîne, hemî çiya û newal guhdariya dengê wî yê bilind dikin. Nûreddîn Sofî ye yê ku vê helbestê dixwîne ku dibêje “nobedarê tenûra dayîka şêrîn im / ez li vir im / hevîrtirş im di legena hevîrê welat de / ez dipêjim nanê kurdayetiyê”.

Barekî gelekî giran e ku mirov dest biavêje qelemê û bikare derheqê fermandarê dilpola Nûreddîn Sofî û şehadeta wî de çend kelaman bibêje û binivîse. Ne kelam û kelîme ne jî hibr dê têrê bikin ku ez bikarim behsa vî pilingê çiyayan bikim. Hasilî, deyneke mezin e li ser milên me ku em piştî şehadeta Sofiyê qehreman, wî û keda wî ya bi salên dirêj yad bikin.

Nûreddîn Sofî, ku navê wî yê rastî Nûreddîn Xelef Muhammed e, ji binemaleke qedîm û naskirî ya kurdên Qamişloya Rojavayê Kurdistanê ye. Malbata wî di nava milletên din ên wekî ereb û suryanan de jî baş dihate nasîn û malbeteke qedirgiran e. Sofîyê fermandar ku çiya li ber ditewiyan, ewladê vê malbata welatperwer bû.

Wekî gelek fermandarên bilind û têkoşer ên hereketa azadiyê, Sofîyê nemir jî gelek xusûsiyetên xwe yên berçav û taybet hebûn. Sofî, zêdetirî sih salan temenê xwe bexşî hereketa azadiya gelê xwe yê bindest kir. Ew hem fermandarekî bêtirs û xîret hem jî rêhevalekî gelekî dilovan bû. Kelemê çavên dijmin, nobedarê dara gûzê, sebra çiyayên bilind, xezelxwanekî modern bû. Sewta dengbêj û hozanekî pê re hebû, ehlê qelemê, alim û fîlozofekî çiyayî bû.

Çiyayên Kurdistanê, mêrg û newal, şikeft û banî rêheval û ewladê xwe Sofî baş nas dikirin. Ji Çiyayên Metînayê heta deşta Lubnanê, ji Ameda paytext heta bajarê xwe Qamişloka rengîn, lingên Sofîyê şoreşger li her bihosta axa Kurdistanê ketibû. Wî bi sedan gerîlla perwerde kiribûn, bi sedan operasyonan pişta dijminan şikand û li gel dar û ber û pezkovî û xezalên li serê çiyayê Kurdistanê muhebbet kir. Sofî, sebra Çiyayên Kurdistanê bû.

Havîneke germ a sala 2009’an xoşbextane ez li Gareyê rastî fermandar Sofî hatim cara ewil. Wê çaxê hîn genctir û serkêşekî bêemsal bû. Piştî pirsyara hal û ehwalan, em ketin sohbeteke germ. Wê demê ez ji ber zarşîrîniya wî, cesaret û dîsîplîna wî gelekî bi bandor bûbûm. Piştre çendîn caran li deverên cûda yên Kurdistanê em rastî hev hatin dîsa. Sofî, hemî deverên Kurdistanê wekî nava lepên xwe dizanî. Ehlê çiya, newal û baniyan bû; serkêş bû her dem.

Heqîqeten jî Sofî gelekî serkêş bû. Ji ber vê pratîka xwe, wî li meydana Rojava dest bi rêkxistina têkoşînê kir. Gelek keç û xortên kurd gihandin û bi hezaran şagird û peyrevên wî li nava refên berxwedanê şer kirin. Pişta dijminên reş şikandin li sengeran. Îro roj eger li Rojavayê Kurdistanê behsa serkeftineke netewî û hebûna milletê kurd bê kirin, zarokên kurdan bi zimanê xwe perwerde bibin û kurd bi azadî bijîn, bê şik û guman ev berhema şehîdên şoreşê û şehîd Nûreddîn Sofî ye.

Te bar kir û tu çûyî nava refên şehîdan ey Sofiyê pakrewan û nemir! Te gelek bahozên zer li neviyên Enwer paşayan rakirin û te Kurdistan kire dojeha li ser rûyê erdê ji bo dijminan. Sewta te ya dengbêjî hêj jî ji serê çiyayên Kurdistanê olan dide û tê û digehe ber guhên neviyên vî qewmê belek: “Em li vir in!”. Te nexşeya Kurdistanê li ber me zindî kir û ruh dayê. Li aramgeha xwe bi aramî razê ey pakrewan; bi saya serê te, ked û cesareta te Kurdistan niha bûye gulistan.

Pelên daran, pezkovîyên li çiyayan, tembûra te û hemî rêhevalên te şîna te digerînin îro. Valahiya nebûna te wekî jana xencereke jengî qelbê me diêşîne. Ruhê te êdî rûpeleke dîroka têkoşîna azadiyê ye ku ta ebed dê rêberiyê li me bike…

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.