Şehîdên me weke çiyayekê bûn 

Sêşem 17 Çile 2023 - 00:59

Fermandarê YBŞ’ê Zerdeşt Şengalî, Pîr Hemîd Şengalî, Êzdîn Şengalî û Şervan Cîlo di 15’ê Çileya 2020’an de li komelgeha Dugirê ya Şengalê di êrişeke hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bûn. Di salvegera şehadeta van lehengan de, hevalên wan ên têkoşînê û civaka Êzîdî, şehîdên xwe bi bîr anîn.

Ji Asayîşa Êzîdxanê Welîd Şengalî li ser Pîr Hemîd axivî û derbarê kesayeta wî de got: “Hevaltiya bi hevalê Hemîd re xweş bû. Me dîtina hevalê Hemîd ji xwe re weke perwerdehî didît. Ew fermandar û xebatkarê vê civakê bû. Şev û roja wî di nav kar de bû, tenê dixwest vê civakê ji nezanînê şiyar bike. Hevalê Hemîd wateya jiyanê bi hevalan dida famkirin.”

 

Pîr Hemîd çiyayek di nav gel de bû

Welîd Şengalî da zanîn ku daxwaza herî mezin a Pîr Hemîd rizgarkirina keç û jinên di destê DAÎŞ’ê de bû û got; ‘’Hebûna wî di nav gel de weke çiyayek bû. Wî dixwest parastina gelê xwe bike. Rizgarkirina gel, wekhevî û hevaltî daxwaza wî bû.’’

 

Bi destê xayînan têne şehîdkirin

Endamê Meclîsa Gel a Borikê Qasim Xwedêda jî di salvegera her 4 şehîdên pêşeng ên Şengalê de li ser rastiya şehadetê axivî û got; ‘’Bi saya van şehîdan niha me li Şengalê cihê xwe girtî ye û me xwe nas kiriye.’’

Qasim Xwedêda bal bire ser xeta xiyanetê ku rê li ber van şehadetan vedike û got: ‘’Hemû şehîdên me bi deste xayînan e. Di dîrokê de jî civaka Êzidî ji berxwedaniyê dêr neketiye. Lazim e em dost û dijminê xwe nas bikin.’’

Qasim xwedêda di dawiya axaftina xwe de xeta berxwedanê ya civaka Êzidî û berxwedêrên weke Êzdî Mîrza, Mihemeyê Evdo, Dewrêşê Evdî, Mam Zekî, Fermandar Zerdeşt bibîranî û got: ‘’Wan parastina ax, şeref û baweriya xwe kirin. Em ti carî nahêlin dijmin cihê xwe li Şengalê bigirin. Ji wan re xewn e, ew carekî din nabînin xelkê Şengalê di bindestê wan de be.’’

ROJNEWS/ŞENGAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.