Salvegera 6’emîn a rizgarkirina Baxozê
Sêşem 25 Adar 2025 - 03:05
Piştî ku bajarokê Baxozê ji çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin, bi hevkariya di navbera şêniyên herêmê û Rêveberiya Xweser de pêvajoyeke bilez ya jinûve avakirinê li bajarok hat destpêkirin.
Bajarokê Baxozê, li gundewarê rojhilatê kantona Dêrezorê, yek ji bajarokên ku herî zêde ji dagirkirina DAIŞ’ê ziyan dîtibû, berî ku di 23’yê Adara 2019’an de ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Hevpeymaniya Navdewletî ve were rizgarkirin.
Baxoz asêgeha herî dawî ya DAIŞ’ê li Bakurê û Rojhilatê Sûriyeyê bû ku li wir yek ji mezintirîn operasyonên leşkerî yên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li dijî DAIŞ’ê li wir pêk hat.
Avakirina ji nû ve
Şeş sal li ser rizgarkirina Baxozê derbas bûn, di nava 6 salan de pêşketineke berçav di nûavakirinê de pêk hat, ku piraniya şêniyan vegeriyane malên xwe.
Bajarok xaleke sereke bû di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de, û ji sala 2017'an ve bû asêgeha hejmara herî mezin a çeteyan û malbatên wan. Şerên dijwar wêraniyeke mezi li jêrxaneyan û avahiyên sivîl kir.
Lê di demeke kurt de, şêniyan û Rêveberiya Xweser dest bi ji nû ve avakirinê kirin. Hevserokê şaredariya gel li Baxozê, Mihemed Tuima, got, "Piştî rizgarkirinê, me dest bi pêkanîna gelek projeyên binesaziyê kir, wek avakirina stasyonên avê û sererastkirina hin rêyan, lê dîsa jî pêdiviya me bi piştevaniyeke zêdetir heye. "
Her wiha got, "Hijmara şêniyan li Baxozê roj bi roj zêde dibe, bi taybetî piştî vegera koçberên li kampan. Ji ber vê yekê, pêdiviyên lezgîn hene, wek vekirina firnan û çêkirina rêyan. "
Binesazî û xizmetguzarî
Li bajarokê Baxozê niha du stasyonên avê hene ku xizmeta 30,000 kesan dike, ango nêzîkî ji sed' 70 ji nifûsa wê ku 45,000 e. Ev stasyon bi saya xebatên şêniyan û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Dêrezorê di nava 5 salan de hatin avakirin.
Xebatên meclisa gel
Hevseroka Meclisa Gel a Baxozê Lînda El Hibo got: "Şeş salan piştî rizgarkirinê, Meclisa xwecihî bi hevkariya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Dêrezorê karî rewşa bajarok bişopîne û alîkariyên pêwîst pêşkêşî şêniyên bajêr bike. "
Her wiha anî ziman ku Meclisa Baxozê, berpirsê birêvebirina bajarok û gundewarên wê ye û ji 19 komînan pêk tê.
Perwerde
Li Baxozê 14 dibistan hene, hinek ji wan bi temamî hilweşiyane. 7 dibistan bi însiyatîfa civakê bi hevkariya Şaredariya Gel û rêxistinên herêmî hatin sererastkirin. Piştî ku hejmara xwendekaran zêde bû, 5 xanî kirin dibistanên demkî û hejmara xwendekaran li bajêr giha 3700 xwendekaran.
Hewldanên ewlehî û aramiyê
Piştî ku bajarok hate rizgarkirin, şênî bi hin zehmetiyên ewlehiyê rû bi rû man. Lê belê bi saya hevgirtin û tevlîbûna wan di nava hêzên ewlekariyê de, wan karîn vê astengiyê derbas bikin û ewlekarî û aramiya li herêmê pêk bînin, li gorî yek ji fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn li gundewarê rojhilatê Dêrezorê Mîirac El Elwan.
El Elwan derbarê rewşa ewlehiyê de got, "Armanca me parastina xelkê Baxozê ye, ku asêgeha dawî ya DAIŞ’ê bû. Îro piştî şeş salan ji rizgarkirina bajêr, em dikarin tekez bikin ku bajar ewle û aram e, û em ê berdewam bin ji bo parastina ewlehî û aramiya şêniyan û vegerandina wan bo malên wan, ji ber ku ev erk û armanca me ya sereke ye. "
Hevkariya êlan
Rûspiyê êla El Merasma Dîb Xelîf Daûd bal kişand ser hevgirtina êl û eşîrên Baxozê ku ji 7 eşîran pêk tên û wiha got: "Vê hevgirtinê têkiliyeke xurt di navbera malbatan de ava kir. Ev hevkarî berdewam dike û têkiliyên wan xurt dike. "
ANHA/DÊRAZOR