QSD li gor berjewendiyên gelan tev digere
Pêncşem 13 Adar 2025 - 18:15
- Endamê Partiya Yekîtiyê ya Ermen Yûsif Derwêş da zanîn divê komkujiyên li Sûriyeyê raweste û wiha got:” QSD parastina gelan dike û li gorî berjewendiyên gelan tevdigere."
Endamê Partiya Yekîtiyê ya Ermen Yûsif Derwêş peymana navbera Rêveberiya Şamê û QSD'ê nirxand.
QSD li gor berjewendiyên gelan tev digere
Yûsif Derwêş destnîşan kir ku di navbera rêveberiya demkî ya Şamê û QSD'ê de cudahiyeke mezin heye û got, "QSD hêzeke leşkerî ye ku pêkhateyên cuda hemû di nav de hene. Xwedî armanc, fikir û hedefên hevpar in. Nêrîneke hevpar serwer e ku gelên cuda li hev kom bûne. Parastina gelan dike û li gorî berjewendiyên gelan tevdigere."
Divê komkujî neyê kirin
Yûsif Derwêş qetilkirina Elewiyan a li bajarên peravê şermezar kir û got, "Yên ku Şamê bi rê ve dibin, diviyabû pêşî li qetilkirina Elewiyan bigirtana. Li şûna ku dest li van êrîşan bihata werdan, êrîş gihîştin asta komkujiyê. Zarok, exityar Elewî hatin qetilkirin. Eger em bi biryar in ku wê paşeroja Sûriyeyê ronî be, divê komkujî neyê kirin. Yên ku komkujî kirin divê li dadgehên Sûriye û navneteweyî bêne darizandin."
Modela Rêveberiya Xweser
Yûsif Derwêş destnîşan kir ku bi saya berxwedana QSD'ê û serketinên Rêveberiya Xweser lihevkirin bi rêveberiya Şamê re çêbû û got, "Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xweserî heye. Xwedî hêzeke weke QSD'ê ye. Peymaneke bi vî rengî nebûya jî hêza xwe têra xwe dikir. Ji perwerdeyê heta bi aboriyê, ji dîplomasiyê heta bi siyaset û aliyê leşkerî rêxistinbûyî ye. Li gel vê yekê jî alîgirê yekparebûnê ye. Bi vê peymanê re mirov dikare bibêje paşeroja Sûriyeyê şênber bû. Li Sûriyeyê ji bilî gelê Ereb gelên din hemû tine dihatin hesibandin. Piraniya ji Kurdan welatî jî nedihatin dîtin, ji bo Ermenan jî Ermenistan weke cih dihate nîşandan. Bi peymanê re tê destnîşankirin ku wê hurmet ji mafên gelan re bê nîşandan bêyî cudahiya etnîkî û olî bê nîşandan. Afirandina rewşeke bi vî rengî bi saya bername, têkoşîn û berhemên Rêveberiya Xweser e. Paşeroja Sûriyeyê di modela Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ye."
Bang kir
Yûsif Derwêş işaret bi girîngiya bêdengkirina çekan û avakirina siyaseta demokratîk li Sûriyeyê kir û got, "Divê em welatekî welê ava bikin ku hebûna gelan tê qebûlkirin û gel dikarin bi ziman û çanda xwe lê bijîn. Divê gel bibin xwedî mafên xwe yên xwezayî. Divê sûd ji tecrûbeya modela Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê wergirtin."
ANF/NÛJIYAN ADAR/QAMIŞLO