Ji bilî lihevkirinê rêya wê tine ye

Pêncşem 30 Çile 2025 - 03:20

Rayedarên desthilata AKPˈê ya dewleta Tirk îdia dikin ku hewl didin aştiyê pêk bînin, lê di heman demê de xîtabên xwe yên nefretê û tevgera qirkirinê li dijî Kurdan didomînin. 

Sekreterê giştî yê Partiya Demokrat a Kurdî ya Sûryeyî (P.D.K.S) Cemal Şêx Baqî geşedanên dawîn ji ajansa me re nirxandin. Cemal Şêx Baqî bal kişand ser îdiayên desthilata AKPê yên der barê aştiyê de û tevgera qirkirinê ku li dijî Kurdên Bakurê Kurdistanê dimeşîne û got:"Îdayên hin aliyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ên der barê lihevkirinê de derew in. Eger ev îdia rast bin nakokî dernediketin. Li pey van îdiayan çavnebariyên dewleta Tirk hene." Cemal Şêx Baqî diyar kir ku ezmûnên PKK’ê yên siyasî yên demdirêj hene û got:"Bawer nakim ku PKK bi van daxuyanî û îdiayan were xapandin, nemaze ku dewleta Tirk a dagirker û dewletên din ên dagirkerên Kurdistanê di dîrokê de gelek caran Kurd xapandine. Tevgera Rizgariya Kurdistanê bi vê rêbazê nayê xapandin."

Dewleta Tirk di nav aloziyê de ye

Şêx Baqî îşaret bi vê yekê kir ku dewleta Tirk bi îdiayên xwe yên vê dawiyê dixwaze pêşiya destkeftiyên tevgera rizgariyê bigire ku bala tevahiya cîhaniyê aniye ser pirsgirêka Kurd û got:"Dewleta Tirk ditirse ku tevgerên kurdî di siberojê de sûdê ji guhertinên li Rojhilata Navîn werbigire, lewre hewl dide pêşî li vê yekê bigire. Di encamê de ev çavnebarî û siyasetên derew in." Şêx Baqî got partiyên AKP û MHP li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di nava aloziyên siyasî yên navxweyî de ne, îdiayên wan ên derew û piştevaniya wan bi tevgerên terorîst re ji cîhanê re eşkere bûne.

Divê Ocalan bi fizîkî azad bibe

Têkildarî hevdîtinên ku bi Rêber Abdullah Ocalan re tên kirin û siyaseta rayedarên AKP’ê, Cemal Şêx Baqî wiha got:"Dewleta Tirk bêyî ku azadiya wî ya fîzîkî pêk bîne, nikare ji Rêber Abdullah Ocalan tu biryar û peymanan wergire. Ji bo ku bikare bi awayekî rasterast û bi serbestî xîtabî girseya xwe bike, divê azadiya wî ya fîzîkî pêk bê. Dewleta Tirk ji Rêber dixwaze bangî PKK’ê bike da ku çekên xwe berde û xwe betal bike, da ku Tirkiye ji nû ve behsa siberoja biratiya Kurdan û Tirkan bike. Tiştekî wiha di siyasetê de nabe. Hebûna çekan li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê encama wê nebûna demokrasiyê û paşguhkirina mafên gelê Kurd e. Dewleta Tirk her roj rojnamevanên Kurd û bi sedan welatiyên Kurd bi tawana endamtiya PKK`ê digire û şaredariyên Bakurê Kurdistanê desteser dike. Ma ev in gavên dewleta Tirk ên ji bo aştiyê"?Gelê Kurd gelekî yekgirtî ye ku li hemû cîhanê û li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Bakurê Kurdistanê piştevaniya hev dikin, ji hev nayên parçekirin. Serê dewleta Tirk hewil dide ku bibe xelîfeyê dewleta Osmanî û ji bo pêkanîna vê armancê hincetan çêdike, lewma ez bawer nakim ku pêvajoyeke aştiyê li Bakurê Kurdistanê çêbibe, her wiha bawer nakim ku dewleta Tirk wê karibe gelê Kurd û doza wî ya rewa tune bike, ji bilî lihevkirina bi tevgera rizgariya Kurdistanê re tu rê li pêşiya Tirkiyeyê tune ne. "

ANHA/CAN ILÊWÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.