Koma Semîh Şiqêr li newroza Qamişlo bû

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 22 Adar 2025 - 02:45

Koma hunermend Semîh Şiqêr beşdarî Newroza Qamişloyê bû. Endamên komê cara yekemîn e ku piştî 15 salan li bajarê Qamişloyê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hev kom dibin û Cejna Newrozê bi stranên xwe yên şoreşgerî pîroz dikin.

Ev kom di salên 1980’î de hat damezirandin û heta 2010’an dom kir. Piştî şerê li Sûriyeyê 12 endamên komê dîsa li hev civiyan da ku stranên nîştîmanî û şoreşgerî pêşkêş bikin.

Semîh Şiqêr hunermendekî Sûriyeyê ji bajarê Siwêdayê ye û stranên xwe bi terzên niştîmanî û şoreşgerî hûnandine û li dijî rejîma Baas’ê serhildêrekî navdar bû. Di komê de muzîkjenên naskirî wekî rêveberê orkestrayê Asim Mekarim, biziqjen Refet Ebû Hemdan û her du kemanjen Hîkmet Cezan û Newaf Hîlal beşdar in.

Komê ji bo vê şahiyê stranên taybet amade kirine û ew ê stranên li ser nasname û dîroka herêmê jî pêşkêş bikin.

‘Ji bo me bûyereke dîrokî ye’

Der barê beşdariya yekemîn a koma hunermend Semîh Şiqêr li Newroza Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de danerê muzîkê û rêberê orkestrayê Asim Mekarim nêrîna xwe anî ziman û wiha axivî: “Ev beşdarî ji bo me bûyereke dîrokî ye. Piştî rizgarkirinê ev cara yekê ye em bi mamoste Semîh Şiqêr re derdikevin şahiyê. Ev derfeteke taybet a naskirina herêmeke ji Sûriyeyê ye, nexasim ku ev herêm hatibû paşguhkirin. Di serdana xwe de me çalakiyên Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweser dîtin û destkeftiyên mezin ên Sûriyeyê jî gelekî bala me kişandin.”

Mekarim diyar kir ku hunermend Semîh Şiqêr bi awayekî xurt bi doza Kurdî û ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve girêdayî ye û destnîşan kir ku piştî salên dirêj ku nikaribûn li bakurê Sûriyeyê beşdar bibin, ev ji bo wan bû derfeta vejandina girêdana nîştîmanî ya di navbera tevahî gelê Sûriyeyê de.

‘Me yek hêvî û xem heye’

Mekarim li ser tecrûbeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê got: “Ev tecrûbe erênî û ji nişkê ve ye. Di aliyê ragihandina rewşa rastîn a pêkhateyan ku di bin siya Rêveberiya Xweser de kêmasî hene. Ev jî dihêle nêrîneke cuda çêbibe.” Mekarim sîstema hevseroketiyê erênî dît û diyar kir ku ew şaristaniya Sûriyeyê û rola jinan tê de vediguhêze. Mekarim peyamek germ ji bo Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şand û Newroz li gelê Kurd pîroz kir û got: “Em ji we ne, hûn jî ji me ne, em tev Sûriyeyî ne. Me yek hêvî û yek xem heye.”

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.